Ajovanê wesayîta zirxî yê ku pêl jina 85 salî kir, hate xelatkirin
Li Licê çawişê pispor S.K. hate xelatkirin ê ku bi wesayîta zirxî jina 85 salî ya bi navê Pakîze Hazar qetil kiribû. Dadgehê salek cezayê girtîgehê da S.K. û ew ceza jî taloq kir.
Li Licê çawişê pispor S.K. hate xelatkirin ê ku bi wesayîta zirxî jina 85 salî ya bi navê Pakîze Hazar qetil kiribû. Dadgehê salek cezayê girtîgehê da S.K. û ew ceza jî taloq kir.
Li Licêya Amedê çawişê pispor ê ku ajovanê wesatîya zirxî bû û pê li jina 85 salî ya bi navê Pakîze Hazar kiribû, li Amedê rûniştina doza wî hate kirin. Bersûc S.K. ê ku ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin, tevlî dozê nebû.
Di rûniştinê de kurê Hazar, Veysî Hazar axivî û got ku, “Kesê ku wesayît diajot, beriya ku bi rê bikeve divê derdora xwe kontrol bike, lê wî wisa nekiriye. Ji ber vê jî li gorî min bersûc ev tişt bi qestî kiriye. Ez jî ajovanê otobusê me û her roj ji nava bi hezaran mirovan derbas dibim. Li gorî min bersûc bi zanebûn wesayît ajotiye ser diya min. Divê bersûc were cezakirin.”
DADGEHÊ JI DÊVILA CEZA, XELAT DA!
Dadger biryara xwe da û 2 sal ceza da bersûc û piştre ev ceza kir salek û 8 meh. Dadgehê ev ceza taloq kir û pêwistî bi tevdîra serbestiya bi kontrol jî nedît.
Malbata Hazar ew ê îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bike.
ÇI BÛBÛ
Li Licêya Amedê di 14’ê Hezîrana 2017’an de li ser rêya Mumîn Aga a ku ji trafîkê re girtiye, Pakîze Hazar a ku diçû PTT’ê ji aliyê ajovanê bi navê S.K. ê wesayîta zirxî bi wesayîtê hatibû qetilkirin.
S.K. piştî ku îfadeya wî hatibû stendin, serbest hatibû berdan.