Ajanê Tirkiyeyê polîsekî Tirk ê ji Swîsreyê ye
Derket holê, polîsekî Swîsreyî yê bi eslê xwe Tirk e, li Swîsreyê sîxurî ji Tirkiyeyê re kiriye.
Derket holê, polîsekî Swîsreyî yê bi eslê xwe Tirk e, li Swîsreyê sîxurî ji Tirkiyeyê re kiriye.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, derket holê ku ev polîs, agahiyên veşartî yên polîsên Swîsreyê bi rêya UETD Swîsre û Konsolosxaneya Tirk şandiye ji dewleta Tirk re.
Rojnameya Basel Zeîtûng ragihand, polîsekî ji Swîsreyê yê bi eslê xwe Tirk e, bi UETD Swîsre re tevdigere ku ev rêxistin, li Swîsreyê sîxuriyê ji AKP'ê re dike.
Derket holê, vî polîsî kiriye ku rayedarên UETD Swîsre li avahiya navenda polîsan a li Baselê civînê lidar bixe, ku ev avahî ji gel re girtî ye û tenê rayedarên ewlekariyê dikarin bikevin hundir.
ENDAMEKÎ BERÊ YÊ UETD MIKUR HAT
Rojnameyê di nûçeya xwe de, wêneyekî vê civînê ku ji aliyê endamekî berê yê UETD ve hate kişandin û agahiyên vî kesî da wan, weşand.
LI NAVENDA POLÎSAN CIVÎNA UETD HATE KIRIN
Di vî wêneyî de ku ji aliyê rojnameyê ve hate weşandin, tê dîtin Serokê UETD Swîsre Mûrat Şahîn ku li Swîsreyê bi rengekî vekirî sîxuriyê ji dewleta Tirk re dike, ev civîn bi rê ve biriye. Rojnameyê bibîr xist, navê Şahîn li Swîsreyê di gelek bûyeran de derbas dibe.
Endamê berê yê UETD ê ji rojnameya Basel Zeîtûng re axivî, ku navê xwe eşkere nekir, anî ziman ku polîsê bi navê Y.S. ê Tirk ji bo vê civînê li navendeke polîsan a li Baselê cih amade kiriye. Endamê navborî destnîşan kir, ev civîn li heman navendê gelek caran hatiye kirin.
POLÎS AGAHÎ JI DEWLETA TIRK RE RAGIHAND
Endamê berê yê UETD ji rojnameya Basel Zeîtûngê re ragihand, ku vî polîsî gelek agahiyên veşartî yên li kompûterên li Navenda Polîsan a Baselê ji rayedarên UETD Swîsreyê re ragihandiye. Her wiha agahiyên li ser mûxalîfên Erdogan, ku di kompûtera polîsan de hene, bi rêya Konsolosxaneya Tirk şandiye ji dewleta Tirk re.
Basel Zeîtûng her wiha diyar kir, ku ji bo van îdîayan jê bipirse hewl daye xwe bigihîne vî polîsê bi eslê xwe Tirk Y.S., lê belê nekariye xwe bigihîne.
Rojnameyê destnîşan kir, ev karê ku polîs Y.S. kiriye, ku agahiyên veşartî yên polîsan şandiye ji dewleteke din re, li Swîsreyê sûcekî gelekî giran e.