Ahmet Şik: Ez ji HDP’ê bernamzet im

Rojnameger Ahmet Şik diyar kir ku ew ji HDP’ê bernamzet e.

Rojnameger Ahmet Şik li ser twîtterê diyar kir ku ew ji HDP’ê bernamzet e.

Şik got “Ez ji Stenbolê bernamzet im” û têkildarî bernamzetiya xwe daxuyanî da.

Şik got ku, “Heke her tişt baştir nebe, nexwe hûn nehatine dawiya tu tiştî. Em bi hêvî ne. Hêvî rastî û dahatûya xwe ava dike. Di vî welatî de divê ronahiya heqîqetê hebe.”

‘JI BO ŞIKANDINA BÊDENGIYÊ Û HEQÎQETÊ..’

Şik diyar kir ku ew ji bo welat bi ronahiya heqîqetê ronî bike bûye bernamzet û got, “Di şexsê Selahattîn Demîrtaş ê ku bernamzetê serokkomariyê yê HDP’ê ye de ji bo ku ez pişta hemû siyasetmedar, rojnameger, xwendekar û parêzeran bigirim, ez bûme bernamzet. Ji bo ku bi gelê xwe re em îro bi ser bikevin, ez bûme bernamzet.”