Afganistan ji bo Kobanê rabû ser piyan
Afganistan ji bo Kobanê rabû ser piyan
Afganistan ji bo Kobanê rabû ser piyan
Li xaka qedîm a Aryan Afganistan ku demeke dirêj e dagirkerî û berxwedan di nav hev de ye, îro bû şahidê pêşveçûneke pir girîng. Îtîraza Afgan a di navbera derdorên Îslamgir ên radîkal û zexta NATO de di nav cendereyekê de hatine hepskirin bi Roja Cîhanê ya Kobanê re ji nû ve zindî bû.
Li heft eyaletên Afganistanê di xwepêşandanên hemwext ên li dijî çeteyên DAIŞ di pêşengiya Partiya Piştevaniya Afganistanê (Solîdarîty Party of Afghanistan-SPA) de pêk hat. Li eyaletên Herat, Farah, Nangarhar, Balkh, Takhar, Nimruz ve Bamyan bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn.
Di xwepêşandanan de alên çeteyên DAIŞ hatin şewitandin û hat xwestin ku NATO Afganistanê terk bike. Di xwepêşandanan de wêneyên gelê Kobanê û şervanê YPG-YPJ hatin hildan û heft eyalet bi dirûşmayên "Kobanê ne bi tenê ye/Kobanê Tenya Nist” hejiya. Di çalakiyên ji bo Kobanê de ku rastî eleqeyeke zêde ya gelê Afganistan hat bê bûyer bi dawî bûn.
Hat ragihandin ku li şeş navendên Hindistanê jî mîtîngên piştevaniya bi Kobanê re hatin lidarxistin.
.