ADYOD a ji aliyê Ocalan ve hatibû damezrandin ji nû ve vebû
ADYOD a ji aliyê Ocalan ve hatibû damezrandin ji nû ve vebû
ADYOD a ji aliyê Ocalan ve hatibû damezrandin ji nû ve vebû
Komeleya Xwendekarên Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD), ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema xwendekariya xwe ya li Enqereyê de ava kir û serokatiya wê kir, li Enqereyê bi şahiyekê ji nû ve hat vekirin.
Xwendekarên zanîngehê yên li Enqreyê, li Salona Dawetê ya Beyaz Koşk a li Tûzlûçayirê şahiyek lidar xistin û ADYOD vekirin. Li gel xwendekarên welatparêz ên ji bajarên Eskîşehîr, Nevşehîr, Kirikkale û Kayseriyê, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî û rêveberên HDP'ê yên bajêr jî beşdarî şahiyê bûn. Şahî li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.
Li ser navê ADYOD'ê Turkan Parlak danezan xwend. Parlak diyar kir ku mîna beriya 40 salan ciwan îro jî xwedî li têkoşîna xwe derdikeve û got, "ADYOD ku mîrateya ruhê 68'an e, bûye sîwanê tevgerên ciwanan ên li qadên Kurdistan û Tirkiyeyê. Di sala 40. de ruhê 68'an û berxwedana Kobanê, perspektîfa bingehîn a ji nû ve vebûna ADYOD in."
Li dû xwendina danezanê, sînevîzyonek bi mijara "PKK û Ciwan" û "Kobanê" hat nîşandan. Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî peyivî û anî ziman ku ciwanên zanîngehê xwedî li ADYOD a dergûşa tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê ye derdikevin û got, "Berpirsyariyên vê alê hene, lê em bawerin ku her ciwanekî li vir wê emaneta Birêz Ocalan bi rûmetdarî hilgire." Piştî axaftinan, xwendekaran govend gerandin.