Advan: AKP ji pirsgirêkên Amedê re bêeleqe ye

Advan: AKP ji pirsgirêkên Amedê re bêeleqe ye

Navenda Giştî ya AKP'ê îstîfaya Serokê Rêxistina AKP'ê ya Amedê Halît Advan ê ku daxuyaniya "Kurdên oldar deng didin BDP'ê" da qebûl kir. Advan, diyar kir ku navenda giştî ya partiyê ji pirsgirêkên Amedê re bêeleqeye.

Îtîfaya Serokê Rêxistina AKP'ê yê Amedê Halît Advan ê ku piştî daxuyaniya "Kurdên oldar dengan didin BDP'ê" dayî û ji ber vê yekê Serokwezîr Erdogan nerehet bû ji aliyê navenda giştî ya AKP'ê ve hate qebûlkirin. Advan ji avahiya AKP'ê ya Amedê veqetiyan û anî ziman ku kurd Zerduşt nîn in belavajî vê yekê oldar û bi bawer in. Advan, da zanîn ku li ser zextên tu kesî na bi vîna xwe îstîfa kir.

Advan dema ji avahiya AKP'ê veqetiya got, "Ji oldariya mirovên herêmê bila gumana tu kesî tunebe. Mirovên oldar dengan didin AKP'ê û partiyên din jî. Ji ber ku dengên derdorên muhafezekar ber bi aliyên din ve diçe min ev daxuyanî da. Ez naxwazim Serokwezîr ji ber min nerehet bibe û xemgîn bibe. Dibe ku tiştên min gotin şaş hatibin fêmkirin." Advan, anî ziman ku navenda giştî ya partiyê li dijî pirsgirêkên Amedê bêeleqeye.