Ûzûner: Ne dengekî, em ê nehêlin çaryeka dengekî jî bê dizîn

Endamê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê yê ji karên hilbijartinên berpirsyar Cengîz Ûzûner diyar kir ku ji bo ewlekariya hilbijartinê ew bi hesasiyeteke mezin dixebitin û got, wê nehêlin ku çaryeka dengekî jî bê dizîn.

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê ku bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatibû betalkirin tenê çend roj mane. Li Stenbolê wê li 1930 dibistanan li 31 hezar 185 sindoqan deng ji bo hilbijartina şaredarê Stenbolê bê dayin. Partiya Demokratîk a Gelan li gek xebatên ji bo hilbijartinê her wiha ji bo ewlekariya sindoqên dengdanê endam û muşahîdên xwe perwerde dike.

Perwerde bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li navçeyên Stenbolê hemûyan tê dayin. Ji rêveberên rêxistina HDP'ê ya Stenbolê yê ji hilbijartinên berpirsyar Cengîz Ûzûner der barê ewlekariya sindoqan û perwerdeyên xwe de agahî da.

LI 39 NAVÇEYÊN STENBOLÊ HEVALÊN ME WEZÎFEDAR IN

Ûzûner anî ziman di hilbijartina beriya niha de HDP'ê ji aliyê ewlekariya sindoqên dengdanê ve karekî hesas kiriye û got, "Di çar hilbijartinên bihurî de 12 hezar hevalên me li ber sindoqên dengdanê wezîfedar bûn. Lewma em xwedî kadroyên xwedî tecrûbe ne. Ji Tûzlayê heta Sîlîvriyê li 39 navçeyan wezîfedarên me li ber sindoqên dengdanê hene."

KARÊ ME JI BO TÊKBIRINA AKP-MHP'Ê YE

Ûzûner anî ziman, di perwerdeyê de ew bi giranî girîngiya hilbijartinê û rewşa polîtîk vedibêjin û got, "Piraniya wezîfedarên me yên li ber sindoqên dengdanê kedkar in, ji ber vê yekê jî em her êvarê civînên xwe pêk tînin. Me heta niha perwerde dan 9 hezar kesî.

Hevserokê me Sezaî Temellî û parlamenterê me yê Êlihê Mehmet Şukru Tîryakî Sêşemê li Bagcilarî bi wezîfedarên desteya sindoqên dengdanê re civîn pêk anîn. Ew civîna dawî bû. Stratejiya me ya hilbijartinê ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê ye. Lewma hevdîtinên me bi partiyên mûxalefetê re didomin. Diyaloga me bi wan re heye. Ji bo ewlekariya sindoqên dengdanê em hevkariyê bi wan re dikin."

HILBIJARTIN DI NAVA ŞERT Û MERCÊN WEKHEV DE NAYÊ KIRIN

Ûzûner destnîşan kir ewlekariya sindoqên dengdanê ji bo wan gelekî girîng e û got, "Tirkiye welatekî welê ye ku demokrasî lê nîne, hîleyên hilbijartinê gelekî zêde ne, zexteke giran li partiyên mûxalîf ên mîna me tê kirin. Em ne xwedî wê fikrê ne ku YSK, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Edaletê û saziyê mîna wan hilbijartineke demokratîk pêk bînin. Hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de nayê kirin. Derfetên dewletê hemû tên bikaranîn û zexteke mezin li endamên desteya sindoqên dengdanê û endamên desteya hilbijartinê tê kirin.

Divê îradeya hilbijêran bi rengekî rast ji hilbijartinê derkeve, rast bê jimartin. Em ji daneyên beriya niha zanin ku hîleyên hilbijartinê zêde ne. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de me rê nedan hîleyan. Em zanin ku ew di hilbijartinên Stenbolê de têk çûne. Em ê destûrê nedin hîleyan. Ewlekariya sindoqên dengdanê gelekî girîng e. Ne dengek divê em nehêlin nîv deng, çaryeka dengekî jî bê dizîn. Em ê destûrê nedin. Ne tenê endamên desteya sindoqên dengdanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin. Piştî hilbijartinê heta ku sindoqên dengdanê biçin desteya hilbijartinê ya navçeyê wê li deverên dengdanê bin."