ÛNÎCEF: Li Efrînê bi kêmanî 11 zarok hatin qetilkirin

ÛNÎCEF’ê bal kişand ser kuştinên zarokên ên li Efrînê û ragihand ku di êrîşên Tirkiyeyê de yên li dijî Efrînê bi kêmanî 11 zarok hatine qetilkirin.

Nûnerê ÛNÎCEF’ê yê Sûriyeyê Fran Eqûîza daxuyaniyek da û bal kişand ser qetilkirina zarokan a li Efrîn û Îdlîbê.

Eqûîza diyar kir ku, li gorî agahiyên wan stendine li Efrînê bi kêmanî 11 zarokan jiyana xwe ji dest dane û got, “Gelo çima cîhan li hemberî qetilkirina zarokan bêdeng e?”

Eqûîza diyar kir ku gelê sîvîl ji bo ku xwe ji bomberdûmanê biparêze, diçin cihên din ên kantonê û diyar kir ku a niha 125 hezar penaber li kampan e.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Efrînê ji ber bomberdûmanan cenazeyê 32 kesan anîne nexweşxaneyan. Di bomberdûmanan de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 49 kes jî birîndar bûne. Tê têxmînkirin ku kuştinên zarokan ên di daxuyaniya Komîteya Tendirustiyê hê derbasî qeydên ÛNÎCEF’ê nebûye.