Xebatên hilbijartinê yên li Ewropa bi coş didomin
Xebatên hilbijartinê yên ji bo 24’ê Hezîranê li Ewropayê bi coşek mezin dewam dikin.
Xebatên hilbijartinê yên ji bo 24’ê Hezîranê li Ewropayê bi coşek mezin dewam dikin.
Bi tevlîbûna Parlemeterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçar li Trondheîm û Stavanger û herî dawî jî li Osloyê civînên gel hatin lidarxistin.
Di civînên gel eleqeyek mezin nîşankirin de, bûyerên li Kurdistanê rû didin û hilbijatina 24’ê Hezîranê tên nirxandin.
Uçar destnîşan kir ku her roja diçe têkoşîn xurt dibe, diyar kir ku xwedîderketina li HDP’ê, bi awayekî aktîf karkirin erkê her Kurdekî ye. Uçar diyar kir ku divê Kurdistan bi parçeyî neyê destgirtin her kes tişta ji destê bê bike.
Uçar bibîr xist ku yek ji sedemê sereke yê bikaranîna dengan girtina hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdang e, ji bo wê divê her kes biçe ser sindoqan û hemû gel dengê xwe bikar bîne.
ATÎNA
Li Paytexta Yewnanîstan Atîna ya ku xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dom dike, hevparên Plaftorma Hilbijartinê ya Atîna ku li Nûnertiya HDP’ê ya Atînayê hatin ba hev, broşur û afîş belavkirin. Hevparên platformê bal kişandin ser girîngiya hilbiajrtina li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Xebatkarên Plaftormê di saetên şevê de jî li Parka Syntagmayê stan danî û belavokên ku piştgiriyê didin HDP’ê belavkirin.
LÛDWÎGSBÛRG
Li bajarê Lûdwîgsbûrg ê girêdayî eyeleta Baden a Elmanayê jî di pêşengtiya ciwan û jinan de xebatên ji bo HDP’ê û namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatin kirin. Xebat ji aliyê komîteyên di bin sêwana NCKD Lûdwîgsbûrgê ve birêvebirin li 14 navendan her roj ji aliyê aktivîstna ve tê birêve birin. Ciwanên Kurdistanî yên ku di nava komîteya hilbijartina Lûdwîgsbûrgê de ne li gelek park û stasyonan pankartên ‘welatî, hevrê Demîrtaş’ didaliqînin.
KOPENHAG
Li parlemetoya Danîmarkayê têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê di pêşengtiya saziya civaka sivîl a bi navê Komîteya Helsînkî û Globale Senîorereyê konferansa bi sernavê “Hilbijartina Tirkiyeyê û berpirsyariyên li Ewropayê” hate lidarxistin, Parlemeterê Partiya Sor-Yekîtiya Keskan, Soren Sondergaard, Wezîrê Berê yê Karê Dere Margens Lykketoft, Berdekê Wezareta Karê Derve û Komîsyona Ewropa yê Hikûmeta Danîmarka Parlementerê Partiya Lîberal Mîcahel Aastrûp, Alîkarê Serokê Şaredariya Gladsaxe û namzetê parlemeteriyê Serdal Benlî weke qiseker tevlî bûn.
Di konferansê de ji nûnertiya HDP-Ewropa Fayîk Yagizay û hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku qeyûm ji bo şaredariya wê hatibû wezîfedarkirin, jî axivîn. Di konferansê de hate destnîşan kirin ku bidawîkirina pêvajoya aştiyê ya ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve ji aliyê Ewropayê ve bi fikar hatiye destgirtin, dîsa rojevên piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûnde girtin û destgîrkirinê hatin kirin, hatin nirxandin.
Parlemeterê Partiya Sor-Yekîtiya Keskan, Soren Sondergaard diyar kir ku bi lez Tirkiyey ber bi şerekî navxweyî ve diçe û eger AKP ji nû ve bi ser bikeve hişyariya ku wê şer hê kûrtir bibe kir. Sondergaard got: “Eger ku bixwazin vê dîktatoriyê bi dawî bikin divê bi lez PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û ji bo dubere li pêvajoya aştiyê vegerin, divê bi Rêzdar Ocalan re yê ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên tecîrdê de ye rûnin ser mase.”