Şîrketa çekan Rheinmetall bi rengekî girseyî hate şermezarkirin
Mezintirîn şîrketa çekan a Elmanyayê Rhinmetall ku tankên di destê dewleta Tirk de ne nû dike, li du bajaran bi rengekî girseyî hate şermezarkirin.
Mezintirîn şîrketa çekan a Elmanyayê Rhinmetall ku tankên di destê dewleta Tirk de ne nû dike, li du bajaran bi rengekî girseyî hate şermezarkirin.
Bidawîbûna Şerê Duyemîn ê Cîhanê û têkçûna faşîzma Hîtler bi rengekî fermî, li Elmanyayê 8'ê Gulanê weke "Roja Rizgariya ji Faşîzmê" tê pîrozkirin. Bi wesîleya rojê gelek saziyên civakî yên sivîl û komên dijberên biçekbûnê li hev civiyan û şîrketa Rheinmetall ku di dema dagirkirina Efrînê de piştevaniyê herî mezin ê dewleta Tirk bû, şermezar kirin.
Yek ji xwepêşandanên protestoyî li Berlînê pêk hat ku li Maritim Hotelê payedarên Rheinmetallê di civînê de bûn. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehimin" vekirin û hevkariya dewleta Elman a bi rejîma Erdogan re şermezar kirin. Girseya gel alên YPG/YPJ'ê hilda û ber bi Maritim Hotelê ve meşiya.
Di xwepêşandanê de her wiha pankartên bi nivîsa "Rheinmetall ji Rojava bicehime" û "Rheinmetall mirovan dikuje, Elmanya jî tevî vê şîrketê mirovan dikuje" hatin vekirin. Partiya Çep jî destek da çalakiyê. Hevserokên Partiya Çep Katja Kipping û Bernd Riexinger tevî hin parlamenteran tevlî xwepêşandanê bûn. Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk bi tankên Leopard ên Elman êrîş biriye ser Efrînê.
Ji rayedarên Weqfa Etheconê Anabel Schnûra got, "Mezintirîn şîrketa Elman a ku çekan hildiberîne Rheinmetall e. Şer ji vir dest pê dike."
Xwepêşandaneke din a bi heman rengî li bajarê Unterluss ê Eyaleta Saksonya Jêrîn li ber febrîqeya Rheinmetallê pêk hat. Komek ji endamên SIGMAR ên dijberê şer, duh danê sibehê rêya li ber febrîqeyê li trafîkê girt. Aktîvîstan pankarta bi nivîsa "Rheinmetallê bloke bikin, piştgiriyê bidin Efrînê."
Heta danê êvarê, ji ber çalakiya bê îteatiya sivîl ti wesayit nekarî bikevin hundirê febrîqeyê. Di çalakiyê de hevkariya Rheinmetall a bi artêşa Tirk re hate şermezarkirin. Polîsan ji bo demeke kin sê aktîvîst girtin û berdan.
Çalakiyên li dijî Rheinmetall wê rojên bê jî dewam bikin. Tevî Elmanan, Kurd jî destekê didin çalakiyên girseyî. Ji 21'ê Gulanê heta 2'ê Hezîranê wê li dijî bazirganiya çekan meşeke dirêj bê kirin. Meş wê ji Oberndofê dest pê bike û heta Berlînê bidome.