Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve bê navber hem ji hewayê hem jî ji bejahî êrîşê Bendava Tişrînê û gundên wê dike. Şervanên YPJ, QSD û YPG’ê li hemberî hemû êrîşan jî bi biryadariyeke xurt li ber xwe didin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi armanca parastina av, ax û enerjiya xwe li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kir. Li hemberî hemû topbaran û bombebaranên dewleta Tirk û çeteyên wê jî berxwedaniya gel û şervanên parastina bendava Tişrînê dikin, bi biryardariyeke xurt didome.
BERXWEDANA LI TIŞRÎNÊ
Şervana YPJ’ê Bîşeng Çiya ku ev sê meh in di çeperên berxwedana Tişrînê de cih digire, biryardariya xwe ya têkildarî berxwedanê wiha anî ziman: “Her çi qasî dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî me dike jî, em li Bendava Tişrînê berxwedanek mezin raber dikin. Em tu carî paşde gav navêjin û em dizanin ku em zarokên gelekî xwedî baweriya azadiyê ne. Gelê me heta dawiyê li pişt me ye û berxwedaniya ku em dimeşînin jî bi saya baweriya gelê me ye. Em jî weke parêzvanên Bendava Tişrînê bi ruhê pîroz ê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser esasê soza ku me daye gelê xwe, em ê heta dawiyê xwedî li axa xwe derkevin.”
ROJNAMEVAN Û SIVÎL TÊN HEDEFGIRTIN
Şervana YPJ’ê Bişeng Çiya da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî binesaziyên li herêmê û welatiyên sivîl dike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li Bendavê Tişrînê hem bi rêya çeteyên hem jî di warê teknîkî de bi dronan qetlîaman pêk tîne. Bi taybet jî hedefgirtina Rojnamevan Egîd Roj. Em ne tenê li hemberî çeteyan şer dikin. Di heman demê de em li hemberî dronên întixarî yên dewleta Tirk jî şer dikin. Helbet ne tenê şervan li ber xwe didin. Gelê me û rojnamevên li Bendava Tişrînê jî fedakariyeke mezin nîşan didin. Rojnemevanên ku tên Bendava Tişrînê ji bo berxwedaniya heyî bişopînin tên. Lê belê rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Rojnamevan ne leşker in û ne bi rext û ne bi çek in. Rojnamevan tenê bi kamera û pênûsa xwe ji bo ku berxwedaniya li Bendava Tişrînê ragihînin raya giştî bê dudilî kar dikin.
Rojnamevan Egîd Roj jî yek ji wan rojnamevenan bû ku li Bendava Tişrîne bi ruhekî fedayî karê rojnamevantiyê dikir. Egîd hem rastiya şervanan hem jî gelê berxwedêr îfade dikir. Egîd Roj ji bo eşkerekirina heqîqetê her di nava liv û tevgerê de bû. Lewma jî ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin. Bi ruhê hevaltiya me ya pîroz û bi ruhê gelê me yê ku heta niha li ser bendavê nobetê digirin, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û em ê nehêlin ku ev bendav bikeve destê dijmin.”