Li Cizîrê 2 kesên din hatin binçavkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan a hêzên dewleta Tirk de 2 kesên din hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan a hêzên dewleta Tirk de 2 kesên din hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de polîsên dewleta Tirk li taxa Konakê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mûrat Başkurt û Mûrat Yaşar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat zanîn ku welatiyên binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê.