Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê: Parastina ziman parastina Kurdistanê ye

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê roja zimanê dayikê pîroz kir û got, “Divê neyê jibîrkirin ku parastina ziman, parastina çandê ye, parastina Kurdistanê ye. Parastina ziman, parastina paşeroj û pêşerojê ye.”

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Li seranserê cîhanê bi tenê mirov li ser navê hemû cure nîjadperestî û netewdewletê zimanên cuda qedexe dikin. Di bin navê  yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al û yek olê de gelek netew, çand, ziman li rastî qirkirinan tên. Gelek çand û zimanên cîhanê ji ber polîtîkayên yekperestî bi qirkirinê ji holê hatine rakirin, gelek çand û ziman jî bi qirkirinê re rû bi rû ne!”

KCK’ê anî ziman ku di pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de, bi têkoşîn û berxwedanek mezin hebûna gelê Kurd hate parastin û îro têkoşîna hebûn û azadiyê derbasî qonaxeke nû dibe! KCK’ê destnîşan kir ku êdî tu hêz nikare hebûna gelê Kurd înkar bike û got: “Gelê Kurd hişyar bûye, rabûye ser piyan û ber bi azadiyê ve dimeşe.”

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Li seranserê cîhanê bi tenê mirov li ser navê hemû cure nîjadperestî û netewdewletê zimanên cuda qedexe dikin. Di bin navê yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al û yek olê de gelek netew, çand, ziman li rastî qirkirinan tên. Gelek çand û zimanên cîhanê ji ber polîtîkayên yekperestî bi qirkirinê ji holê hatine rakirin, gelek çand û ziman jî bi qirkirinê re rû bi rû ne!

Weke tê zanîn di sala 1999’an de 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO’yê ve weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî hatiye ragihandin. Li pişt pejirandina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî  (21’Sibatê) dîroka berxwedana gelên ku zimanê wan hatibûn qedexekirin heye. Ji ber vê yekê 21’ê Sibatê ji bo gelên ku hebûna wan di xeteriyê de ne û ji zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hiştin xwedî rojeke gelekî watedar e.

Neteweyên Yekbûyî her çend di bin navê parastina çand û zimanê gelan de biryara 21’ê Sibatê girtibe jî di polîtîkaya şopandina qedexeyên li ser zimanên gelan de tedbîrên pêwîst wernegirtiye. Piştî biryara UNESCO’yê ya sala 1999’an jî, ziman û çanda gelan ji xeteriyên helandin û tunebûnê xelas nebûne. Ev rastî dide diyarkirin ku biryarên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine girtin şeklî ne û hêza wan a ku bikaribe polîtîkayên bişaftinê bide rawestandin tune ye. Heta niha ji ber polîtikayên bişaftinê û qirkirina çandî tu dewlet nehatine dadgehkirin, biryar li ser polîtîkayên wan ên qirkirinê nehatine girtin û nehatine mehkûmkirin.  Bêgûman biryara Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî giring e, lê li gorî wê biryarê polîtika nehatin afirandin û gelek ziman bi tunebûnê re rû bi rû hatin hiştin.

Netewdewletên xwe dispêrin yekperestiyê gelek ziman, çand, ol û baweriyên cuda ji holê rakirin. Bi taybet jî di 200 salên dawiyê de gel bi qirkirinên fizîkî û çandî re hatin derbaskirin. Li gorî raporeke UNESCO’yê li cîhanê nêzîkî 6000 ziman hene. Di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2500 ziman winda dibin. Tenê li Tirkiyê 18 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemin, di dema avabûna netewdewletên Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji statuya xwerêvebirinê bêpar hate hiştin. Dewletên ku beşên Kurdistanê dagir kirin dixwestin gelê Kurd jî bişibînin xwe. Ji bo avakirina neteweyên homojen digotin; ‘Herkes Tirk e, herkes Ereb e, herkes Faris e.’ Ji bo ku dewlet li ser navê van neteweyan hatibûn avakirin, van dewletan helandina Kurdan ji bo xwe mafekî rewa didîtin. Ji ber vê yekê hemû şêwazên qirkirinê weke erkekî netewperestiyê digirtin dest. 

Di nava van netewdewletan de ya herî zêde dixwest Kurdan bihelîne û tune bike dewleta Tirk bû. Propagandaya ‘jîrbûnaTirkitiyê’ û reşkirina Kurdbûyinê pir hişk û dijwar dan meşandin. Zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de hate qedexekirin. Yên Kurdî axivîn hatin girtin, hatin kuştin û terorîst hatin îlankirin. Bi dehan car gelê Kurd di qirkirinan re derbas kirin. Ji bo ku bîreke Kurdan çênebe gorên pêşengên Kurdan hatin windakirin. Navên Kurdî li hemû erdnîgariya Kurdistanê hatin guhertin. Navên deşt û çiyayan, gund û bajaran hatin guhertin. Ji bo gelê Kurd careke din zindî nebe çi ji destê wan hat texsîr nekirin.   

Sed salî zêdetir e gelê Kurd û zimanê Kurdî di bin zext û zordariya dewleta Tirkiyeyê de ne. Sed sal in dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tune bike. Ji qirkirina fîzîkî heta bi qirkirina çandî gelek rê û rêbaz ceribandin. Di encamê de gelê Kurd bi têkoşîn û qehremantiyeke pir mezin, bi berdelên pir giran hebûna xwe parast û siyaseta qirkirinê têk bir. 

Gelê Kurd û zimanê Kurdî yek ji kevintirin zimanê cîhanê ye. Hezaran sal e gelê Kurd li ser heman axê dijî. Xwedî çandeke qedîm e. Heger îro li hember hemû polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dabe hêzê ji vê taybetmendiya xwe digire. 

Di pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de, bi têkoşîn û berxwedanek mezin hebûna gelê Kurd hate parastin û îro têkoşîna hebûn û azadiyê derbasî qonaxeke nû dibe! Êdî tu hêz nikare hebûna gelê Kurd înkar bike. Gelê Kurd hişyar bûye, rabûye ser piyan û ber bi azadiyê ve dimeşe. 

Pêwîst e ala têkoşîna azadiyê di hemû qadên jiyanê de bi pêşxistina zimanê Kurdî were bilindkirin. Pêwîst e hemû kes û civak li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Hemû gelê me û saziyên pêwendîdar li dijî her cure bişaftinê bi helwestên afirêner têkoşîna xwe dewlemend bikin. Ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê Kurdî û perwerdê têkoşîna pêwîst raber bikin. Rêber Apo, asta pêşketina ziman weke asta pêşketina jiyanê dibine û dibêje; ‘Civakekê zimanê xwe yê dayikê çi qasî pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde biriye. Dîsa çi qasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonyaya zimanên din, ev jî tê wê wateyê ew qasî hatiye mêtin, qirkirin û bişaftin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a watedar a hişmendî, exlaq û estetîk nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin dê weke civakeke nexweş mahkûmê jiyaneke trajik bimînin.’

Ji bo ku careke din tu hêz nikaribe gelê Kurd bigire bin ‘pencê qirkirina çandî’ hişyariyeke di asta herî jor de pêwîst dike. Divê em bizanibin parastina ziman parastina çandê ye, parastina ziman parastina Kurdistanê ye. Parastina ziman parastina paşeroj û pêşerojê ye. Her netew bi zimanê xwe heye. Çawa ku dar li ser koka xwe şîn dibin, gelê Kurd jî dê li ser zimanê xwe mezin bibe. 

Zarok li malê zimanê dayika xwe fêr dibin, pêwîst e li kolan û dibistanan jî fêrbûna zimanê Kurdî berdewam be. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye ku pêwîst e her kes xwedî lê derkeve û ji bo wî têbikoşe. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û gelê Kurd bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibîne, pêwîst e ku xwedî li ziman û hebûna derbikeve, bi her şêwazî têkoşînê bi rê ve bibe.

Zimanê dayikê beden û laşê mirovan e. Divê mirov laş û bedena xwe biparêze. Em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû gelên cihanê û li gelên Kurdistanê pîroz dikin.”