Şehîdên Pirsûsê li Parîsê hatin bibîranîn

Li paytexta Fransayê Parîsê ACTÎT û Platforam Dengê Nemiran û Girtiyan şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn.

Bîranîn li Parîsê, li hêwana Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyê (ACTÎT) bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê vîdeoya vekirina parka zarokan a Kobanê hate nîşandan bi mebeste amejepêkirina ku ti xewneroşk wê nîvco nemîne, ên ku ala hildane teqez wê, wê pêk bînin.

Li bîranînê nûnerê Platforma Dengê Nemiran û Girtiyan got: ‘’Gelî hevrêyan, hevrêyên mewziyan, ez bi beşişîna 33’an ku pê jiyan vedigotin we slav dikim. Ez fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Ulaş Bayraktaroglu ku di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bûye bi hurmet bi bîr tînim. Her wiha Huseyîn Demîrcîoglu ku di berxwedana rojiya mirinê de, bi helwesta ku ‘divê pêşî ez bim’ 25’ê Tîrmehê nemir bûyî bi bîr tînim.

Nemirên me berhema şoreşê ne, rênîşandêr in. Ew ji bo ku giyanê şoreşa Rojava bijîn û wê bibin welatê xwe bi rê ketin. Faşîzmê berê komkujiya ku ji bo Fîgen Yuksekdag amade kirî da ciwanên sosyalîst. Gelek tişt dikarin werin gotin ku komkujî bi destê dewleta Tirk a faşîst hatiye kirin. Binçavkirina kujer a beriya bi çend rojan û berdana wî jî rastiyê vekirî nîşan dide.’’

Di bîranînê de helbest hatin xwendin û her wiha belgefîlma Pirsûsê ya Galîp Çelîk hate nîşandan, ku di komkujiya Pirsûsê de kamereya xwe qet nedigirt, demeke dirêj venekir û piştre ji bo hevrûbûnê dema ku vekirî dîbine ku kujer qeyd kiriye.