Şehîdên meha Gulanê li Nijmegenê hatin bibîranîn

Şehîdên meha Gulanê li bajarê Nijmegen ê Hollandayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Nijmegen ê Hollandayê pêk hat û tevî malbatên şehîdan, Kurdistaniyên li herêmên Nijmegen û Arnhemê tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Berdevkê Komîtya Malbatên Şehîdan M. Zengîn axivî û wateya şehîdên Kurdistanê vegot. Di merasîmê de nûnera Muzeyyen Palabiyik (Şîlan) jî ku li Elmanyayê şehîd ketibû, hate bibîranîn. 

Malbata Şehîd Delîl Nebo ku li Cindrêsê (Efrînê ) şehîd ketibû axivî û anî ziman ku weke malbateke Zerdeştî bi şehîdên xwe yên Tevgera Azadiya Kurdistanê serbilind in. Piştî wê, li helbesta ku dayika Delîl Nebo ji Rojava şandibû hat guhdarkirin. 

Piştî axaftinan, sînevîzyona ji bo cangoriyên meha Gulanê hate nîşandan û ji aliyê gel ve bi baldarî hate temaşekirin.

Di merasîmê de ji bo roja dayikan gul li dayikan hatin belavkirin. Bi belavkirina xwarina xêrê merasîma bîranînê qediya.