Şehîdên meha Gulanê li Elmanyayê hatin bîranîn

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di bîranînê de ji bo xwedîderketina li şehîdan û têkoşîna li dijî faşîzmê bang hate kirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê çalakiyek hate lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Hevserokê NCDK'ê Dexl Îbrahîm li merasîmê axivî û diyar kir, xwedîderketina li şehîdan bi xwedîderketina li nasnameya xwe dibe.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş jî işaret bi girîngiya xwedîderketina li şehîdan kir û got, "Eger di karekî de, ya jî li cihekî kêmasiyek hebe, ev yek ji ber fêhmnekirina rastiya şehîdan e. Dem dema pratîkê ye."

'BI XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz jî da xuyakirin ku gelê Kurd timî bi serhildanê bersiv daye hemû êrîşan û got, "Şehîdên me baş bi siyaseta înkar û îmhayê ya TC dizanîbûn û li dijî vê polîtîkayê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Ji Seyîd Riza heta Mehmet Tûnç, axa Kurdistanê bi ruhê berxwedanê şîn bû."

Sariyildiz di dewama axaftina xwe de got, "Bi xwedîderketina li şehîdan em dikarin faşîzmê têk bibin. Di 24'ê Hezîranê de divê em Erdogan têk bibin."

Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan, dayika şehîd Sînem Ekîncî jî gel silav kir û got, wê bi berpirsyarî têkoşîna xwe bidomînin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Saarlandê jî mewlûd xwend û piştre beşdaran fitara xwe vekirin.

Di dawiya merasîmê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.