Şehîdên 10'ê Cotmehê bi bîr hatin anîn
Şehîdên 10'ê Cotmehê li cihê lê hatin kuştin bi bîr hatin anîn.
Şehîdên 10'ê Cotmehê li cihê lê hatin kuştin bi bîr hatin anîn.
Çeteyên DAÎŞ'ê 10'ê Cotmeha 2015'an li Gara Trenê ya Enqereyê komkujî kiribû û di encamê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Qurbaniyên komkujiyê li cihê ku lê hatin kuştin bi bîr hatin anîn.
Di merasîma bîranînê de hate gotin, heta ku edalet bi cih neyê birîn nayên pêçandin. Hate bibîrxistin ku ji ber êrîşê lingên 3 kesan jî jê bûne, gelek kes astengdar bûne û hinek jî hê tên dermankirin.
'EM Ê ALA WAN BILIND BIKIN'
Ji malbatên 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn li merasîmê axivî û got, ew ê ala mirovên aştîxwaz her bilind bikin û têkoşîna hiqûqê bidomînin. Coşgûn bi bîr xist ku 31 meh di ser komkujiyê re derbas bûye, lê hê bîrdariyek jî nehatiye çêkirin û xwest, ji bo bîranîna şehîdan bîrdariyek bê danîn.
Di çalakiyê de karkerên li komkujiya madenê ya Somanê jiyana xwe ji dest dan bi bîr hatin anîn.