Şaredarê nû yê Tehranê hate hilbijartin

Seyyîd Mûhammed Alî Efşanî ji bo Şaredariya Tehranê hate hilbijartin.

Şaredarê berê yê Tehranê Mûhammed Alî Necefî beriya niha bi 2 mehan ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îstifa kiribû.

Li ser vê yekê hilbijartin hate kirin. Di civîna Meclîsa Bajêr a Tehranê de Seyyîd Mûhammed Efşanî 19 ji 21 dengan stand û bû Şaredarê nû yê Tehranê.

Piştî ku Wezîrê Karên Hundir pejirand wê Efşanî dest bi wezîfeyê bike.

Seyyîd Mûhammed Alî Efşanî ku endamê Şûra Navendî ya Partiya Îtîmad-î Mîllî ye, Alîkarê Wezîrê Karên Hundir bû.