Îsraîlê fuze avêt Sûriyeyê

Rejîma Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê bombe li sektoreke nêzî Şamê xistiye. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan, 9 şervanên alîgirê rejîmê mirine.

Demeke kin piştî ku Serokê DYA Donald Trump eşkere kir ku ew ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vedikişin, ev êrîş hate kirin.

Hate ragihandin ku fuzeyên Îsraîlê li depoyeke çekan a Mûxafizên Şoreşê yên Îranê hatiye xistin. Rejîma Îranê ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve li kêleka rejîmê cih digire.

Li gorî daxuyaniya fermî ya rejîma Sûriyeyê, kes ji ber êrîşê nemirine û birîndar nebûne. Lê belê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londonê ye, 9 şervanên alîgirê rejîmê mirine.

Hate gotin, beriya vê êrîşê hêzên parastina hewayî yên Sûriyeyê pêşî li du fuzeyên Îsraîlê girtine.

Televîzyona Sûriyeyê dîmenê agirê ku di dema îmhakirina fuzeyan de derket, weşand.

Îsraîlê li ser van agahiyên ji Sûriyeyê hatin şîrove nekir. Rêveberiya Tel Avîvê bi hinceta êrîşeke gengaz a Îranê hêzên xwe yên li aliyê Golanê yê dagirkirî, xiste nava alarmê.

Îsraîl ne cara yekê ye ku li vê sektora li başûrê rojava ya Şamê dixe. Meha Kanûnê jî di serî de depoyeke çekan bombe li gelek nuqteyên leşkerî barandibû.

9'ê Nîsanê fuze avêtbû baregeha leşkerî ya T-4 ali herêma Hûmsê û 7 jê leşkerên Îranî herî kêm 14 şervan kuştibû. Heman baregeh meha Sibatê jî bûbû hedefa Îsraîlê.

26'ê Nîsanê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman daxuyaniyek dabû û gef xwaribû ku hewldanên Îranê yên ji bo bicihkirina leşkeran li Golanê û herêmên din ên Sûriyeyê wê bibe hedefa wan. Sê roj piştî vê daxuyaniyê Îsraîlê fuze avêtibû Sûriyeyê û piraniay wan Îranî herî kêm 26 şervan kuştibû.