Di 1’ê Adarê de li Antakya ya Hatayê wesayîta serwîsê ya ku karkerên kargehê têde bûn û qamyonek li hev qelibîn. Di encama qezayê de Ahmet Koçak ê 14 salî, Omer Erdogan ê 17 salî û Ahmet Akarsu, Mehmet Albayrak ê 18 salî, Omer Albayrak ê 20 salî û Halîl Albayrak ê 23 salî jiyana xwe ji dest dabûn.
Meclisa ÎSÎG'ê diyar kir ku piştî qezayê ji bo ciwanan divê derfetên îstîhdamê bên dayîn. Li gorî ÎSÎG’ê di 12 salên dawî de herî kêm 642 karkerên zarok û 2 hezar û 664 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG’ê xwest ev tedbîr bên girtin û got: “Perwerde wê bêpere be! Perwerdeya pîşeyî wê ji nû ve bê avakirin! Wê kolan ji tiryak û çeteyan bên paqijkirin! Ji bo ciwanên me wê karên bi ewle werin peyda kirin! Tedbîrên tenduristî û ewlehiya kar wê di tevahiya pêvajoyê de, ji cîhên kar bigire heta veguheztin û bicihbûnê, bêne girtin!