Îranê cezayê girtîgehê li 2 rojnamevanên jin birî

Dadgeh Temyîzê ya Tehranê li her yek ji wan şeş sal cezayê girtîgehê rojnamevanên jin Nîlufer Hamedî û Elaha Mûhammedî birî.

Parêzerên Nîlufer Hamedî Parto Burhanpur û Hojjat Kermani û parêzerê Elaha Mûhammedî Şahabeddin Mirlohi 11'ê Tebaxê daxuyanî dan û diyar kirin ku dadgehê ceza li rojnamevanên jin birî ye.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzeran ve hate dayin, di dadgeha destpêkê de 25 sal cezayê girtîgehê li rojnamevanan hate birîn, lê rojnamevanan piştre ji sûcê 'hevkariya bi hikumetên biyanî' beraat kirin.

Dadgeha Temyîzê ya Tehranê bi sûcdariya 'propagandaya li dijî rejîmê' salek, ji sûcdariyên dni jî 5 sal bi giştî 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Parêzerên Nîlufer Hamedî diayr kirin ku doza li hemberî muwekîla wan têkildarî çalakiyên şermezarkirinê ye ku Cotmeha 2022'an piştî qetilkirina jin a Kurd Jîna Emînî destpê kirin.

Nîlufer Hamedî û Elahay Mûhammedî di sala 2022'an de yek ji wan rojnameyên destpêkê bûn ku têkildarî mirina Jîna Emînî nûçe amade kirin.