Fîdan Ataselîm: Xwîna Narînê li ser destên desthilatdariyê ye!

Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku di qetilkirina Narînê de desthilatdarî berpirsiyar e û got: ‘’Xwîna Narînê li ser destên desthilatdariya rejîma tekparêz e.’’

QETILKIRINA NARÎN

Ji ber qedexeya weşanê ya têkildarî windabûna Narîn Guran a 8 salî bû sedem ku li cem gel hêrseke mezin peyda bibe û li gelek bajaran welatiyan berê xwe da kolanan û ji bo Narîn Guran a hatî qetilkirin, daxwaza edaletê kirin. Yek ji platforma jinan ya ji bo çalakiyê li hev civîyan,  Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) bû. Sekretera Giştî ya KCDP’ê û Sekretera Girştî ya Meclîsên Jinan Fîdan Ataselîm têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO KU BÛYERÊ VEŞERIN SERÎLI QEDEXEYA WEŞANÊ DIDIN’

Fîdan Ataselîm diyar kir qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ji aliyê jinan ve bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: ‘’Divê ev bûyer bi baldarî were lêkolînkirin û bi raya giştî re were parvekirin. Lê belê biryarên veşaritî û qedexeya weşanê ji bo ku bûyer di rojeva raya giştî de cihê xwe negire, tên kirin. Gelek bûyer bi vî awayî tên veşartin.  Ji ber wê em nizanin bê ka li vî gundê ji 20 malan pêk tê, çi qewimiye. Li holê îdîa û spekulasyonên cuda hene. Ev hemû polîtîkayên desthilatdariyê ne. Dibistanan dest bi perwerdeyê kir. Protokola ÇEDES’ê abîn, projeya MESEM’ê anîn. Qaşo wê li dibistanan perwerdehiya dayîktî û bavitiyê bidin.’’ 

‘JIN Û ZAROKAN BI HEV RE QETIL DIKIN’

Fîdan Ataselîm di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatdariyê yên têkildarî malbatan gelekî bi talûke ne û diyar kir ku yek ji sedemeke vê yekê ew e ku kedkar nikarin debara xwe bikin û desthilatdarî bi vê rêbazê hewl dide ku xizaniya heyî veşêre û ev yek anîn ziman: ‘’Dibêjin ku ‘bila malbat belav nebin’’ lê belê li cihên ku weke malbat pênase dikin jin li gel zarokên xwe tên qetilkirin.  Bi salan e bûyerên bi vî rebgî rû didin ku bi hezaran zarok hatine windakirin û daneyên têkildarî vê mijarê jî bi awayekî eşkere li gel raya giştî nayên parvekirin. Armanca desthilatdariyê ew e ku di nava malbatên ku rejîma yekzilamiyê heye de avakirina seltenata yekmêriyê ye. Dikarin civakê bi vî rengî bi rêya malbatan bi hêsanî bi rê ve bibin. Desthilatdarî di mijara malbatan de hewl dide ku feraseteke diyar li civakê ferz bike ku sedema vê yekê jî ew e ku dixwaze bi wê rêbazê civakê dîzayn bike. Dema em li hemû polîtîkayên desthilatdariyê dinêrin, em dibînin ku îro xwîna Narînê li ser destên desthilatdariyê ye. Berpirsiyarên qetilkirina Narînê desthilatdariya AKP-MHP’ê û Huda- Par e. 

‘DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’

Fîdan Ataselîm destnîşan kir ku divê em li hemberî van bûyeran bedbîn nebin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Dibe ku hin kes hewl bidin dengê jinan qut bikin. Lê belê her çend Talîban li kolanan dengê jinan qedexe dike jî dengê awaz û stranên jinan xwe digihîne sêla asînam. Îran jî bi heman awayî. Em ê tu carî destûrê nedin ku ev der jî wisa lê bên. Em ne di wê astê de ne, lê belê li holê ye ku bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ji bo ku em piştre nebêjin ku em gelekî dereng man, divê  em ji niha ve li dijî wan hemûyan têkoşîneke hevpar bimeşînin.  Ji bo ku em kiryarên  li me tên ferzkirin, veguherînin divê em ne bi tenê li ser medyaya dijîtal bertekên xwe nîşan bidin. Divê em xwe birêxistin bikin.’’