Dewleta Tirk li wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir: 3 jin birîndar bûn

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li Wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir û di encama êrîşê de 3 jin birîndar bûn.

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di saet 17:05’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) malek bombaran kir.

Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de 3 dayikên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul birîndar bûn.

Hate ragihandin ku rewşa dayikek nebaş e û li niha nexweşxaneyê tên tedawî kirin.

Balkêşe ku dema şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî ji bo çêkirina nasname, kartên erzaq û serjimêriyê li nav wargehê bûn, malek ya wargehê hate bombebarankirin.

Balafireke bêmirov ku tê payîn ya dewleta Tirk a dagirker e di van kêliyan de jî li ser wargehê digere.