Fermandarekî Hizbullahê di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin

Çavkaniyên nêzîkî Hizbullaha Lubnanê ragihandin ku roja Sêşemê di êrîşeke Îsraîlê ya li rojhilatê Lubnanê fermandarekî xwecihî yê Hizbullaha Lubnanê hat kuştin.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê ya ku di 7ê Cotmehê de li Xezeyê dest pê kir, 12 meh li pey xwe hişt û hevalbendê Hamasa Filistînê Hizbullah û artêşa Îsraîlê li ser sînor şer dikin.

Çavkaniyekî nêzî Hizbullahê ji AFP'ê re axivî û daxuyand ku Mihemed Qasim El Şaer dema ku li Bekaayê bi motorsîklêta xwe diçû bû hedefa êrîşa Îsraîlê û ew fermandarê Hêza Radvanê bû."

Hizbullah jî ragihand ku El Şaer di encama gulebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye, lê negotibû ew fermandar e.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ên hewayî "terorîst Mihemed Qasim El-Ca'er li herêma Karûnê bêbandor kirin" û diyar kir ku "Ew fermandarê yekîneya Rêzvan ya Hîzbullahê ye."

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku "Îsraîl a dijmin” li bajarê Nabatiye yê li başûrê welat êrîşê avahiyekê kir û daxuyand ku di vê êrîşê de "9 kes sivikî birîndar bûn" û kesek jî li rojhilatê welat birîndar bû.

Li gorî hejmara AFP’ê, ji meha Cotmehê û vir ve di şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê de 615 kesên ku piraniya wan şervanên tevgera Şîî ne hatine kuştin. Hat diyarkirin ku ji wan 138 sivîl in.

Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê 24 leşker û 26 sivîl hatin kuştin.