Rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê

Şehîd Eylem Stêrk ku li dijî êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, çîroka rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê.

EYLEM STÊRK

Ji bo doza azadiyê bi hezaran ciwanan berê xwe dan têkoşînê û xaka Kurdistanê ya pîroz bi xwîna xwe av dan. Yek ji van ciwanên Kurd ên ku canê xwe ji welatê xwe re feda kirin Meryem Onûr (Eylem Stêrk) bû. Meryem Onûr li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nava malbateke koçer a ji eşîra Didêrî ji dayik bû ku malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe bû. Ji ber ku malbata wê li zozanên Botanê koçerî dikir, Meryem jî hîn di zarokatiyê de gerîlayên azadiyê nas kir. Bi bandora ji jiyan û hevrêtiya gerîla hezkirina Meryem a ji xak û welatê xwe her roj hîn mezin bû. Bi taybetî bi kûrbûna li ser fikrên Rêber Apo û gerîlayên YJA Starê yên ji bo azadiyê têdikoşin gelekî bi bandor bû. Dilê Meryem a ciwan êdî bi eşqa azadiyê lê dida. Di dema ciwantiya xwe de hewl da bersivê ji nakokiyên xwe re peyda bike. Bi taybetî bi gerîlayên jin re nîqaş kir.

Meryem ku jiyana gerîla û pêşengiya wan a di şer de ji xwe re kir mînak, sala 2014'an ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên li ser gelê Kurd zêde kirin, tevlî nava refên têkoşînê bû. Haya Meryem jê hebû ku ev rêwîtî dirêj û bêdawî ye. Ji ber ku li zozanên Botanê mezin bû di jiyana gerîla de zehmetî nekişand, zû hînî jiyana gerîla bû û di nava jiyana gerîla de navê Eylem Stêrk li xwe kir. Eylem Stêrk gavên destpêkê yên şerê xwe yê gerîla li çiyayên Botanê avêt û piştre ji bo tevlî pêvajoyeke perwerdeyê ya berfireh bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyê re di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû, bi rengekî çalak tevlî bû. Gerîla Eylem ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, xwest demek beriya demekê bersivê bide êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd têne meşandin.

Sala 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşeke mezin bir ser Rojava. Gund û bajar talan dikirin, ciwan û zarok dikuştin û jinên Kurd direvandin û li bazarên herî kirêt difrotin. Li ser Kurdan dîsa ferman û komkujî bû. Lê wê ewladên vê axê, gelê xwe di nava pençên qirkinê de nehiştibana! Gerîlayên dil bi vîn û şerkerên rojên giran çekên xwe digrin û weke bazan xwe berdidin bi ser wan çeteyên hov. Gerîla Eyem jî yek ji van bazan bû û parêzvana gelê xwe bû. Ew jî li çeperên herî pêş li kêleka hevrêyên xwe şer dike. Ji bo rizgarkirina gelê xwe û tola êşa ku her jineke Kurd kişandiye hilîne bi qehremantî tekoşîn dike. Eylem heta ku jinên ketine destê çeteyên DAÎŞ'ê de rizgarnekira kela dilê wê nedisekinî. Ew bi serbilindî erkê xwe li hember gelê xwe pêk tîne û dîsa berê xwe dide warên azad.

BI BERXWEDANÊ BERSIV DA ÊRÎŞA DEWLETA TIRK

Piştî têkoşîn û şerekî bê hempa, Eylem Stêrk dibe xwedî gelek danehev û tecrûbeyên dewlemend. Lewma ji bo ku van danehevên xwe bike mal ji tevahî hevrêyên xwe re û xwe di bîrdoziya Rêber APO de kûr bike berê xwe dide akademiya birdozî û leşkerî. Şagirta Rêber APO bi awayekî herî xurt beşdarî perwerdeyê dibe. Danehevên xwe yên şer û jiyanê ji hevrêyên xwe re parve dike û dibe mamosteyek ji wan re. Helbet ew jî xwe bi ramanên APO’yî ve gûrçûpêç dike. Eylem a çalakvan xwe di xeta Bêrîtan û Zîlanan de jî kûr dike û weke milîtaneke serketî ji akademiyê derdikeve.

Ew dilê çiyayan wekî stargeh ji xwe re dibîne û çiya jî wê weke parêzvaneke xwe dibîne. Şoreşgera cengên giran di sala 2020’an de ji bo bilindkirina têkoşîna xwe, pêşniyar dike ku li warê xwe Botanê bizivire. Wê zor, zehmetî û şerê dijwar ê Bakurê Kurdistanê dizanî, dizanî ku ev qad gelek zehmet e û bi zehmetiyên xwe ve tê nasîn. Lê ew jî baş dizanî bû ku ew şagirt û milîtana Rêber APO ye. Lewma li pêşiya têkoşîna wê ev hemû zor û zehmetî ne tiştek in û ji bo hedef û armancên xwe wê baş dizanî bû ya rast çiye. Eylem xwe amade dike û ji bo pêkanîna xeyalên xwe berê xwe dîsa dide warê Egîdan, Botanê.

Xwesteka wê ya çûyina Botanê diteyisî xweşikbûna rûyê wê. Ji ber vê careke din xwe li ser xaka Botanê dîtin û çiyayên Botanê jî deriyê dilê xwe jê re vekirin, ji bo wê dibe dergeha jîneke nû û têkoşîneke bilintir. Li Botanê ew pratîkên herî dijwar û zehmet dide meşandin. Lê ji ber ku ew li wir mezinbibû û gerîlatiya xwe ya yekem li wir kiribû, nedibû xerîbê van zehmetiyan. Yek ji pêşengên xeta têkoşîna azadiya jin Eylem Stêrk li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibe xwedî sekneke xurt û neketî. Li gelek qadên Botanê cihê xwe digre û têkoşîna azadiyê di şerê azadiyê de digihîne lutkeyê. Di operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li Botanê dide destpêkirin jî, ew mîna çiyayekî bi hemû heybeta xwe ve li hember disekine û gav paş de navêje. Botana Egîdan şahîdiya şerê Eylem a çeleng dike û wê weke lehengekê di di hişê dilê xwe de qeyd dike. Di sala 2024’an de jî ew bi heman sekn û vînê li kêleka hevrêyên xwe, li hember planên dagirkerî û tinekirina gerîla disekine. Ew bi vê sekn û şerê xwe baş ji dagirkeran re dide diyar kirin ku xwediyê vê xakê yê esîl kî ne û xwedî çi biryarê ne. Eylem weke navê xwe dibe çalakiyeke mezin li hember dagirkeran. Eylem Stêrk tevî hevrêya xwe Sozdar Evîn di Tîrmeha 2024’an de digihêje bêmiriniyê û dibe stêrka ku şevên tarî yê welatê xwe ronî dike. Eylem dibe Egîdeke li warê Egîdan û çîroka rêwîtiya xwe di dilê çiyayên Botanê de dike destanek.