Cenazeyê şehîd Îsmaîl hate veşartin

Xelkê Til Hemisê cenazeyê şehîd Ehmed Mihemed veşartin û peyama dilsoziya bi şehîdan re dan.

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê, endamên partiyan, rûspiyên êlên Ereb, hêzên leşkerî, li goristana şehîdan a li rojavayê bajêr kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ehmed Mihemed Îsmaîl ê di encama nexweşiyê de 7`ê Îlonê şehîd bûbû, veşartin.  

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid El Nayif axivî û sersaxî da malbata şehîd. El Nayif wiha domand: "Şehîd Ehmed, mîna bi hezaran şehîdan, qebûl nekir ku ev ax bê dagirkirin. Ji bo ewlehiya gelê xwe li eniyan bû."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Egîd Omer jî teqezî biberdewamirina têkoşînê û belavkirina ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: "Ji bo têkbirina planên dagirkeran û hewldanên derxistina fitneyê, divê gelê me yek be."

Hevserokê Desteya Olî ya bajarê Til Hemîsê Mutez El Enter destnîşan kir ku ola Îslamê banga parastina axê û namûsê dike û yên di oxira her du rêyan de dimirin şehîd bi nav dike.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girseyê şehîd spart axê.