Girtiya ku li Îranê nehate tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da

Girtiya siyasî Sara Dêldar a ku bi awayek birîndar di girtîgeha Îranê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, girtiya siyasî ya bi navê Sara Dêldar ku di dema xwepêşandanên şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ de bi guleyê birîndar bibû û di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî medyaya muxalîf, yek ji hevalên Sara’yê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, gotiye ku ji ber rayedarên girtîgehê rê nedane birîna Sara bê derman kirin, rewşa wê xirabtir bûye û jiyana xwe ji dest daye.

Sara Dêldar wek çalakvanekê tevlî xwepêşandanên şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ bibû, piştre ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Her wiha di dema lêpirsînê de jî tûndutijiya fîzîkî û derûnî li beramberî wê hatibû kirin.