Girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê dayîna îfadeyê red kirin

5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tehranê ya ku bi êşkenceyê tê nasîn, tên girtin daxwaza dozger red kirin û îfade nedan.

Parêzvana mafên mirovan a girtî ya xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî ragihand ku dozgerê Girtîgeha Evînê xwestiye îfadeya 5 girtiyên jin ku ew jî di nav de ye bigire, lê girtiyên jin ev daxwaza dozger red kirine. 

Li gorî Nêrgiz Mihemedî, diviyabû girtiyên jin Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Mecbûbe Rezayî û Perîwş Muslimî ligel wê di Girtîgeha Êvînê de ne roja Duşemê îfade dabûna dozgerê Erdebîlê. 

Hat destnîşankirin ku her pênc girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ji bo şermezarkirina biryara darvekirinê dayîna îfadeyê red kirin.

Piştî girtiya Kurd a bi navê Reza Resayî di 6’ê Tebaxa 2024’an de hat darvekirin, girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê rejîma Îranê şermezar kiribûn. Gardiyanan êrîşî girtiyên jin kiribûn û gelek girtî birîndar bûbûn.