Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di mehekî de 23 jin hatin qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meha Tebaxê de 23 jin hatin qetilkirin. Her wiha cezayê girtîgehê li 11 jinan hatiye birîn ku 6 ji wan Kurd in.

QIRQIRINA JINAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên li Îranê yên di meha Tebaxê de, raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Tebaxê de herî kêm 10 çalakvanên jin hatine binçavkirin. Her wiha cezayê girtîgehê li 11 jinan hat birîn ku 6 jê Kurd in. Hate destnîşankirin ku her 11 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ne û bi giştî 40 sal, 5 meh û 22 roj ceza li wan hatiye birîn.

 Li gorî raporê, 23 jin li bajarên cuda yên Îranê hatine qetilkirin. Der barê jinên hatine qetilkirin de jî hate diyarkirin ku 12 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê bavên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve û 6 jin jî ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin.