Însîyatîva Ekolojiyê ya Dersimê: Em bêdeng nemînin!

Însîyatîva Ekolojiyê ya Dersimê got, ‘Ên ku hikim dikin ji xwe re kirine edet ku daristanên Dersimê bişewitînin’ û ji ber bêdengiya raya giştî helwest nîşan da.

Însîyatîva Ekolojiyê ya Dersimê derbarê êrîşên qirker ên dewleta Tirk a bi ser cografyaya Dersimê daxuyaniyeke  nivîskî da.

BI DEHAN SALAN E KU DERSIMÊ DI HEDEFÊ DE YE

Di daxuyaniyê de hate gotin bi Bendava Kebanê re ku sala 1970’î qediyaye bi 100’an gundên Dersimê, zeviyên wê tine kirine û her wiha bi plana çêkirina bi 10’an bendav û bi projeyên HES’an sirûşta herêmê û qadên jiyanê hatine tinekirin.

Di daxuyaniyê de Însîyatîvê diyar kir ji bilî lêgerîna li zêran a li rûbaran a bi sîyanurê li qada Dersimê gelek caran operasyonên leşkerî hatine kirin, cih, daristan û çiyayên Dersimê gelek caran hatine bombekirin û ziyan û şewatan li van daristanan a ji ber bombeyan bê hed û hesêb in.

Însîyatîvê bal kişande ser salên 1990’î, polîtîkayên dewletê yên li ser Kurdistanê û got, salên 90’î dewleta Tirk li Dersimê nêzî 500 gund û gundik bi operasyonên leşkerî daye valakirin û li deverên ku hatine valakirin kund lê dixwînin. Her wiha hate gotin li herêmên ku di qirkirina 1938’an de hatî valakirin û Mintiqeya Memnû hatî ragihandin, bi lê zêdebûna gundên ku hatine valakirin, yên salên 90’î li Dersimê qadên jiyanê hatine bertengkirin.

 ‘DIVÊ DAWÎ LI MINÇIJÊ YE WERE?

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk polîtîkaya ku Dersime bide valakirin didomîne û têkilî di navbera polîtîkayên 1938, salên 90’î û şewatên niha de danîn. Însîyatîvê got: ‘’Şewatên daristanê ku li 5 herêmên Dersimê ev bi heftiyan e didome her ku diçe berbelav dibe û gefê li jîgehan dike. Li wêlêt deng nîn e’ û hate gotin, ‘’hikûmet, muxalefeta sereke û çapemeniya bizava sereke weke berê niha jî bêdeng e. Diyar e ku daristanên ku li Licê, Deşta Fîsê, Qulp, Bedlîs, Norşîn-Şêx Cuma, Yayladere, Nisêbîn, Dihê, Silopya û Dersimê ji bo wan ne hêjayî nûçeyekê ye. An na bêdengî tê maneya pejirandinê?’’

İnsîyatîvê bi domdarî kir mirovên ku dixwazin bi derfetên xwe şewatê bitemirînin jî têne astengkirin, bi kepçeyan li ser rêyan xendekan dikolin, blokên betonê datînin, bi panzêran rêyan digirin û li bendê dimînin ku agir gundan, baxçeyan bide ber xwe û şewata ku bi zorê tê kontrolkirin bi bombekirinên berdewam tê gurkirin.

Însîyatîva Ekolojiyê ya Dersimê daxuyaniya xwe bi Zazakî û Kurmancî qedand:

" Ma e ke heniyo,

Wayî-birayî, ded û derazayî, sarê Dersimî, sêre na Hardê Dewrêsî de, binê na asmênê kalî de bêkeşîya xo bizanîme. Adirê zalimû oncîa der û berê ma, birrê ma gureto xover. Poşt bidîme jubînî, ju dest ra na adir bisaynîme we. Têlewe de bivîndîme, jubînî rê poşt bivejîme. Zerê homete de haştîye ronîme. Zonê xo, îtîqatê xo, kulturê xo, hardê xo, birrûnê xo, kowûnê xo, çemûnê xo bêkeşîye de meverdîme.

“Eger ku were;

Bira û xwişkno, gelê Dersime, li ser vê axa Derwêş, di bin vê asîmana pîr û kal de, em bêxwedîtiya xwe zanibin. Agirê zordaran dîsa li derdora me ye. Çiyayên me dayine pêşiya xwe, em piştevaniyê bidine hev, bi destekî em vî agirî bimirênin. Em bi hev re bin, em piştevaniyê bidine hev, di nav civakê de aşitiyê saz bikin. Em zimanê xwe, baweriyên xwe, çanda xwe, daristanên xwe, çiyayên xwe, çemên xwe bê xwedî nehêlin.”