Înce: Em ê pirsgirêka Kurd bi aştî, mezinbûn û parvekirinê çareser bikin

Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muarrem Înce, di serdana xwe ya li Colemêrgê de axivî û got: “Pirsgirêka Kurd heye, em ê bi formîla “Aştîbûn, Mezinbûn û Parvekirinê” çareser bikin.”

Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muarrem Înce, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Colemrêgê.

Li dika ku li Navenda Cûmhûryetê ya Colemêrgê hatibû danîn, bilindbûna stranên Kurdî bal kişand. Li bajar ewlekariyeke mezin a polîs û leşkeran hebû.

Înce yê di mîtîngê de axivî got: “Ji bo avakirina pirekî ya biratiyê, ez hatime Colemêrgê.”
Înce wiha dom kir: “Projeyên me hene, ew jî projeyên aramiyê ye. Projeya biratî û hevrebûnê ye.

Pêwîstiya Tirkiyeyê bi biratî û azadî û aştiyê heye. Em ê vê pêk bînin.”
Înce dema di nava axaftina xwe de got: “Ez duh çûm serdana Demîrtaş” ji qasê dirûşmên “Serok Selo” bilind bûn, piştre jî dema got: “Ez çûm serdana Erdogan” dirûşmên şermezarkirinê bilind bûn.”

SOZA ÇARESERKIRINA PIRSA KURD

Înce yê di mîtîngê de soza çareserkirina pirsa Kurd da got: “Pirsgirêka Kurd heye. Pirsgirêka Kurd; pirsgirêka siyasî, aborî, çandî û demokrasiyê ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî exlaqî ye. Ev pirsgirê wê bi Aştîbûn, mezinbûn û parvekirinê çareser bikin.”