Îmzeyên ji bo Dag û Er hatin komkirin wê pêşkêşî NY were kirin

Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku derbarê wan biryara darvekirinê hatiye dayîn, ji bo wan sekinandina biryara darvekirinê îmze hatibûn komkirin. Wê îmze pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û saziyên Ewropayê were kirin.

Navenda Meclîsa Berlînê ya Kurdistaniyên Azad ji bo sekinandina biryara hikumeta Federal a Kurdsitanê ya ji bo darvekirina Mazlûm Dag û Abdurahman Er kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Wê ev îmze pêşkêşî saziyên rayedar were kirin.

Hevserokên Meclîsê Asli Çîçek û Îsmaîl Parmaksiz gotin ku, “Ji bo sekinandina biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurahman Er me kampanaya îmzeyan dabû destpêkirin û heta 1’ê Kanûna 2020’an ev kampanya domiya. Êdî em ê van îmzeyan teslîmî saziyên rayedar bikin. Em ê îmzeyan bişînin ji Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Wezaretên Karê Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, rêxistinên mafên mirovan- raportorên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji parlementerên partiyên siyasî yên li Elmanyayê re.”