ÎHD ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ lidar dixe

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê konferansa ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ lidar dixe.

KONFERANSA ÇARESERIYA MESELEYA KURD Û AŞTIYÊ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dê di 16-17’ê adarê de li Amedê “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” lidar bixe. Beriya konferansê, li avahiya komeleyê bi rojnamegeran re agahî hatin parvekirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî naveroka bernameyê agahî da û li nêrînên rojnamevanan guhdarî kir. Tê payîn ku herî kêm 110 kes tevlî konferansê bibin.

Naveroka konferansê wiha ye:

* Dê moderatoriya rûniştina bi sernavê “Tecrûbeyên Çareseriya Şeran û Pêvajoyên Aştiyê yên Cîhanê” ji hêla Koordînastora SAMER’ê Yuksel Genç ve were kirin. Parlamenterê Sinn Feinê Franncie Molloy, Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistîniyan ên Ewropayê George Rashmawi û ji Komeleya Lêkolînên Demokrasî, Aştî û Polîtîkayên Alternatîf (DEMOS) Dr. Ferda Fahrîoglû Akin weke axaftvan tevlî bibin.

* Moderatoriya rûniştina duyemîn a bi sernavê “Li Rojhilata Navîn Aştî û Çareseriya Demokratîk a Meseleya Kurd” dê ji ÎHD’ê Selahattîn Esmer bike. Ji Zanîngeha Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar dê weke axaftvan tevlî bibin.

* Moderatoriya rûniştina dawî ya bi sernavê “Di Sedsala 2’yemîn a Komarê de Gelo li Tirkiyeyê Pêvajoyeke Aştiyê Pêkan e?” ji Weqfa Aştiyê ji hêla Hakan Tahmaz ve were kirin. Rojnameger Alî Bayramoglû dê weke axaftvan tevlî bibe.

BERNAMEYA 17’Ê ADARÊ

* Moderatoriya rûniştina bi sernavê “Rola Civaka Sivîl a di Avakirina Aştiyê de” dê ji hêla rojnameger Nadîre Mater ve bê kirin. Ji Navenda Hafizeyê Mûrat Çelîkkan û parêzerê Baroya Êlihê Erkan Şenses dê weke axaftvan tevlî bibin.

* Moderatoriya rûniştina duyemîn a bi sernavê “Rola Jinan a di Avakirina Aştiyê de” jî dê Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bike. Ji Komeleya Înîstiyatîfa Heq Fatma Bostan Unsal û ji Akademiya Jinan Fîgen Aras dê weke axaftvan tevlî bibin.

* Rûniştina dawî ya konferansê dê bi sernavê “Siyaset û Aştî” were lidarxistin û Serokê Baroya Amedê yê berê Ahmet Ozen dê moderatoriya wê bike. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û Parlamenterê AKP’ê Garîp Ensarîoglû dê weke axaftvan tevlî bibin.

Piştre jî dê axaftinên bidawîkirinê û nirxandinê bên kirin. Tê payîn ku encamnameya konferansê jî piştre bê eşkerekirin.