BI DÎMEN

Îdrîs Balûken: Dewlet jî civak jî divê bi berpirsyariyê rabin

Endamê Heyeta Îmraliyê ya berê Îdrîs Balûken destnîşan kir ku divê manîfestoya Rêber Apo bi perspektîfeke dîrokî bê nirxandin û diyar kir ku pêvajo berpirsyariyeke mezin dide her kesî bi taybetî jî dewletê.

ÎDRÎS BALÛKEN

Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 27'ê Sibatê ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve hate eşkerekirin, mîna li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn di asta navneteweyî de jî gelekî deng veda. Ev helwesta dîrokî ya Rêber Apo ku ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd nîşan da, ji aliyê Endamê Heyeta Îmraliyê ya berê siyasetmedarê Kurd Îdrîs Balûken ve hate nirxandin.

'BANDORA PÊNGAVA STRATEJÎK WÊ DI DEMEKE KURT DE BÊ FÊHMKIRIN'

Balûken diyar kir ku Rêber Ocalan ne lîderekî welê ye ku li gorî bûyeran helwestê têkildarî îro û siberojê nîşan dide û got, "Me berê jî ev dît. Bûyerên herêmî û xwecihî gelekî baş dinirxîne, piştperdeya siyasî ya pêncî, sed salî lêkolîn dike. Dema ku vê dike jî li gorî rastiyên civakî, felsefî, sosyolojîk û siyasî tevdigere. Lewma fêhmkirina pêngavên stratejîk ên Birêz Ocalan carna ji bo mirovên ku li gorî tengaviya siyaseta rojane dinirxînin, zehmet dibe. Lê her ku pêvajo bi pêş ve diçe, qîmetê pêngavên wî tê fêhmkirin.

Eger bê bîra we, gava ku pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an destpê kir, li nava hin derdorên cuda, di nava hin beşên gelê Kurd de jî tevlîhevî hebû. Şerekî giran diqewimî. Girtinên siyasî hebûn. Hikumetê li ser polîtîkaya Kurd û demokratîkbûnê îradeyek nîşan nedida.

Hingî her kesî ev pirs dikir, 'Di rewşekê de ku ev hemû diqewimin çima pêwîstî bi pêvajoyeke bi vî rengî çêbû?' Lê belê bi demê re pêşketinên li Rojava rû dan, pêvajoya şoreşê ya li Rojava şênber bû, tevgera siyasî ya Kurd di şexsê HDP'ê de li siyaseta Tirkiyeyê ji sedî 6-7 derbasî asta ji sedî 13 bû û di siyaseta Tirkiyeyê de gihîşt qonaxa diyarker; di nava herdu hêzên bingehîn de bû navnîşaneke alternatîf a sêyemîn. Berevajî îmaja ku her tim şaş têkilîdarî Birêz Ocalan tê naskirin, yekemcar li nava civaka Tirkiyeyê (li rojavayê Firatê û li nava raya giştî ya navneteweyî) weke lîderekî aştiyane hate bilêvkirin û ev yek hemû bi saya pêvajoya çareseriyê pêk hat.

Mirov bi giranî piştî wergerandina maseyê pêvajoya çareseriyê dinirxîne, lê belê tiştên ku pêvajoyê bi gelê Kurd, derdorên demokrat û şoreşger ên li Tirkiyeyê da qezençkirin ji nedîtî ve tên.

Ez pêvajoya niha jî dişibînim vê yekê. Belê hin fikar hene, dema ku mirov li gorî siyaseta rojane binirxînin dibe ku hinekî bi zehmetî bê fêhmkirin. Lê belê tişta ku jê re lîderî, lîderiya aştiyê tê gotin ji xwe ev e. Bêyî ku li van jiberan bialiqe wêrekiya ji bo gavavêtina stratejîk û wergirtina rîskê ye.

Qîmetê pêngava ku Birêz Ocalan avêt wê di demeke kurt de bê fêhmkirin. Bandora wê jî di dema dirêj de wê hemû pêşketinan diyar bike û bibe serdemeke dîrokî. Lewma min xwest bi taybetî qala vê yekê bikim."

'BIRÊZ OCALAN BERPIRSYARIYÊ DIDE HER KESÎ'

Îdrîs Balûken bal kişand ser berpirsyariya her kesî ku Rêber Apo destnîşan kir û got, "Beriya her tiştî bang li dewlet û hikumetê kir ku ji bo sedsala nû ji dest neçe, sedsala nû li dora komareke demokratîk ava bibe û pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin divê astengiyên li pêşiya demokrasiyê ji holê bêne rakirin û li gorî vê yekê guhertinên qanûnî bêne kirin.

Hêvî û bendewariya me ew e ku rayedarên dewlet û hikumetê di vê mijarê de bi xemsarî tevnegerin ku ev yek pêwîstiyeke.

Bang wezîfe û berpirsyariyê dide aliyê Kurd ku veguherîna demokratîk ji xwe re bike esas, xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bike, siyaseta serdemê di vê çarçoveyê de binirxîne. Hêza veguherîna demokratîk a ku tevgera siyasî ya Kurd di vê çarçoveyê de nîşan dide, pratîka serketî ya di dema nêz de nîşan da, radixe pêş çavan ku li gorî perspektîfa Birêz Ocalan di nava hewldaneke berfireh de ye.

Di vê mijarê de dînamîkên cuda yên tevgera siyasî ya Kurd wê wezîfe û berpirsyariyên ji wan re hatine diyarkirin bi cih bînin û ji bo vê bikevin nava liv û tevgerê.

Li gel vê yekê Birêz Ocalan di mijara aştî û demokrasiyê de berpirsyariyê dide hemû derdorên civakî. Ji bo piştgiriya bi pêvajoyê re, civakîbûn û serketina wê divê her kes tevkariyê li vê pêvajoyê bike.

Li pêşberî pirsgirêkên xwe yên sed salî em çiqasî wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih bînin, em ê karibin ber bi çareseriyeke sed salî ve bimeşin.

Lewma di dema bê de li şûna ku mirov li helwesta dewlet û hikumetê bialiqe yan jî wê ji xwe re bike esas, divê mirov li gorî perspektîfa Birêz Ocalan bikevin nava hewldana avakirina civaka demokratîk û aştiyê, ku ev yek wê tevkariyê li çareseriyê bike.

Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê pêvajoyeke welê ya mezin, kolektîf û fedakariyê ye ku nabe ji kesekî bi tenê re bê hiştin. Aliyê civakîbûnê ku di pêvajoyên beriya niha de bi ser neket di vê demê de (helwesta hikumet û dewletê çi dibe bila bibe) divê bê mezinkirin û ev pêvajo zexta aştî û demokrasiyê li ser hikumet û dewletê bike."

'PIŞTGIRIYA MUXALEFETÊ DIVÊ DI ASTA GOTINÊ DE NEMÎNE'

Balûken bi dewamî işaret bi rewşa muxalefeta li Tirkiyeyê kir û got, "Muxalefeta bingehîn CHP'ê ji destpêka pêvajoyê ve di asta gotinê de nêzîkatiyeke erênî nîşanî pêvajoyê da. MHP û Devlet Bahçelî ku bi rengekî kategorîk li ber pêvajoya çareseriyê ya beriya niha radibûn di vê pêvajoyê de di asta gotinê jî de be helwestek li ser pêwîstiya Tirkiyeyê ya bi aştiyê nîşan da. Ev girîng e.

Lê belê divê ev yek di asta gotinê de nemîne. Li meclîsa li Tirkiyeyê niha hin partiyên marjînal, neteweperest, nijadperest ên biçûk, mezin hene ku ji bilî van partiyan hemû partiyên siyasî yên li meclîsê û derveyî meclîsê û rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoya aştiya sivîl. Ev yek xusûseke gelekî girîng e, lê belê divê ev yek di asta gotinê de nemîne, derbasî asta çalakiyê bibe. Yanî divê li nava meclîsê înîsiyatîf bêne wergirtin ji bo guhertinên qanûnî yên aştiya civakî û veguherîna demokratîk bêne kirin. Rojeva bingehîn a meclîsê divê li ser paşerojeke aştiyane û demokratîk be."