BI DÎMEN

Şêniyên Til Rifatê îdîayên bêbingeh ên dewleta Tirk derewandin

Dewleta Tirk a dagirker li ser medyaya xwe ya şerê taybet, îdîa dikir ku gel Til Rifat terikandiye. Şêniyên Til Rifatê ev îdîayên bêbingeh vale derxist.

Dewleta Tirk a dagirker di van deman de li ser medyaya xwe ya şerê taybet, îdîa dike ku gel navçeya Til Rifat ê Kantona Efrîn-Şehbayê, vale dike. Li gorî nûçegihanên me ji herêmê ragihandine û li gorî nêrînên gel, ev îdîayên medyaya şerê taybet bêbingeh û nerast in.

Li gorî di dîmen û wêneyan de jî diyar dibe, gel li herêmê ye, qad neterikandiye û jiyana xwe rojane didomîne.

Têkildarî vê yekê gel nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kir û diyar kirin ku ev agahîyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên belavkirin tenê bi armanca şer û çêkirina tirsê ye.

Semîr Mihemed a ku li navçeya Til Rifat li ber xwe dide, wiha got, ''Em li Til Rifatê ne û agahiyên ku heta niha ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên belavkirin ne rast in. Ev 7 sal in em li navçeya Til Rifat in û ji bo berxwedana xwe em her tim amade ne.''

Piştre hemwelatiya Efrînê ya bi navê Nazliyê Mihemed jî axivî û wiha got, ''Çeteyên dewleta Tirk îdîa dikin ku gel li navçeya Til Rifat nemaye, lê ev gel gelê  berxwedêr e. Dewleta Tirk hewl dide ku gel ji vir jî bide koçkirin. Lê emê li hember vê yekê bisekinin û tu carî dijmin nikare me bixapîne û nikare me bişikîne.''

Her wiha Senaa El Elî jî nêrîna xwe anî ziman û destnîşan kir ku dewleta Tirk çi dike bila bike, em ê ji ji navçeya Til Rifat dernekevin.