Çîftyurek: Abdullah Ocalan tenê bang li PKK’ê nekir, li dewletê jî kir

Sînan Çîftyurek: “Abdullah Ocalan bi banga xwe, perdeya li ser vê meseleyê rakir. Ji bo çareseriyê top avêt cem dewletê. Ocalan tenê bang li PKK’ê nekir, bang li dewlet û Tifaqa Komarê jî kir.”

SÎNAN ÇÎFTYUREK

Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, di raya giştî ya Tirkiyeyê de nîqaş dewam dikin. Raya giştî banga Rêber Apo û geşedanên piştre qewimîne, dişopîne û têkildarî pêvajoya nû, nirxandinan dike.

Pêvajoya piştî banga Rêber Apo ya ji bo PKK’ê û dewletê Tirk, weke destpêka demeke nû tê pênasekirin. Parlamenterê DEM Partiyê û Lîderê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek têkildarî geşedanên diqewimin, ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO ÇARESERIYÊ TOP ÊDÎ LI CEM DEWLETA TIRK E’

Çîftyurek diyar kir ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd êdî çareseriyekê ferz dike û bi bîr xist ku PKK’ê weke bersiva banga Rêber Apo, agirbest îlan kir. Çîftyurek wiha pêde çû: “Em banga Ocalan girîng dibînin. Têkildarî meseleya Kurdistanê ku hem meseleya dîrokî, hem jî meseleya bi kok a herêmê ye peyamên girîng daye. Ocalan bang li PKK’ê kir ku çekan berde û piştre Rêveberiya PKK’ê jî ev tişt got, ‘Weke PKK em tevlî naveroka banga navborî dibin û em ê ji aliyê xwe ve pêdiviyên bangê pêk bînin. Lê belê ji bo serketinê jî, divê zemînê hiqûqî û siyaseta demokratîk guncaw be’. Vê yekê li Tirkiye û Kurdistanê ji bo pêvajoyeke nû zemîn amade kiriye. Vê rewşê rê vekiriye ku meseleya Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane çareser bibe.

Her wiha têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd a nêzî 200 salan jî, êdî çareseriyê ferz dike. Ocalan bi banga xwe, perdeya li ser vê meseleya li benda çareseriyê, rakiriye. Ji bo çareseriyê top avêtiye cem dewletê. Belê, ji vir û şûnde top li cem dewletê ye! Ocalan tenê bang li PKK’ê nekir, di heman demê de bang li dewletê û Tifaqa Komarê jî kir.”

‘DEWLET DIVÊ RÊYA ÇARESERIYA MESELEYA KURDISTANÊ VEKE’

Çîftyurek destnîşan kir ku dewleta Tirk divê êdî bi lez gavan bavêje û diyar kir ku divê rêya ji bo çareseriyê were vekirin.

Çîftyurek ev tişt bilêv kir: “Êdî hinceta ‘heta ku çek bêdeng nemabana, min nedikarî gav bavêjim’ ji holê rabû. Dewlet û Tifaqa Komarê divê demildest meseleyê bînin TBMM’ê, divê meseleya Kurd û Kurdistanê bi hemû aliyên xwe ve were nîqaşkirin û rêya çareseriyê veke. Di vê pêvajoyê de teqez propagandaya ‘binêrin me çawa hilweşand, çewisand, me ji dervey teslîmbûnê ti rê ji wan re nehişt’ pêş nexin. Destûrê nedin daxuyaniyên provokatîf ên wiha.

Ji ber ku bi banga Ocalan re meseleya Kurd û Kurdistanê, li gorî duh hîn zelaltir li pêşiya we disekine. Meseleya Kurd; dixwazî şêwazê wê otonomî, xweserî, federasyon yan jî tiştekî din be, di cewherê xwe de meseleya statuyekê ye ku gelê Kurd xwe bi rê ve bibe.”

‘GELÊ TIRK DIVÊ XWE JI AŞTIYÊ RE AMADE BIKE’

Çîftyurek hişyarî kir ku raya giştî ya Tirkiyeyê divê xwe ji aştiyê re amade bike û got, “Destpêkê divê xwe amade bike! Her wiha gelên karker û kedkar ên Tirkiyeyê jî windahiyên pir giran di şer de dane. Ji ber barê ku şer li ekonomiyê bar kirî, bi pirsgirêkên mîna enflasyona bilind û zamê, xizanî û birçîtî jiyan kir, hîna jî jiyan dike. Eger mesele û pêvajo bi rengekî rast were vegotin, çapemeniya alîgirê dewlet û Tifaqa Komarê jî bi rengekî rast û bi berpirsyarî meseleyê ragihîne civakê, em bawer dikin ku gelên Tirkiyeyê wê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane.”

‘GELÊ KURD JI ZÛ VE JI AŞTIYÊ RE AMADE YE’

Parlamenter Sînan Çîftyurek anî ziman ku gelê Kurd ji zû ve ji aştiyê re amade ye û herî dawî ev tişt ragihand: “Gelê Kurd û dayikên ku êşa zarokan dikêşin, ji zû ve amade ne. Gelê Kurd ne îro dixwaze meseleya Kurdistanê bi rêyên aştiyane were çareserkirin, ji destpêkê ve dixwaze û têkoşîna vê yekê dide. Eger kanalên têkoşîna sivîl, şoreşger û demokratîk were vekirin, yanî eger bi gavên hiqûqî û demokratîk pêvajo pêş bikeve, gelê me wê di vê zemînê de têkoşîna demokrasî û azadiya neteweyî hîn xurttir û bi biryartir pêş bixe. Gelê me ji encamê re amade ye.”