Çarika Spî dane Wezîra Swêd Wallstrom
Jinên Kurd û Tirk çarika spî dane Wezîra Karê Derve a Swêd û xwestin ku Swêd li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê raweste.
Jinên Kurd û Tirk çarika spî dane Wezîra Karê Derve a Swêd û xwestin ku Swêd li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê raweste.
Li Swêdê komeke jin ên Kurd û Tirk li ser rê Wezîra Karê Derve yê Swêd Margot Wallstrom rawestandin û ji bo ku aştiya ji bo Efrînê bixebite çarika spî danê.
Wallstrom duh di civinekê de, ya li ser binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê, piştî ku axvî dema ku diçû Wezaretê komeke jinên Kurd û Tirk ew rawestandin.
Ji Insîyatîva Jnan Latîfe Fegan gotin ew dixwazin Swêd li dij êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Efrînê derkeve û çarika spî dane wezîr. Ji Wallstorm xwestin ku çarikê bavêje erdê û aştiyê bixwaze.
Wallstrom rahişte çarikê û wêne girt. Jinan ji wezîre gotin heta ku hikûmeta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê ranewestînê wê çalakiyên xwe bidomînin.