Çalakvanên Nobeta Edaletê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê de ku li gelek bajaran didomin, hate xwestin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakî û aktîvîteyên ku di asta gerdûnî de ji bo daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin meha sêyemîn li pey xwe hişt. Gelek kes tevlî çalakiya li avahiya Rêxistina Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dike bûn. Endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana çalakiya îro kirin.

Dayika Aştiyê Asya Ozlu, destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştî û demokrasiye û wiha got: “Bila ne dayikên leşkeran ne yên gerilayan ne jî yên polîsan negirîn. Yekane daxwaza me serbestberdana birêz Abdullah Ocalan e. Bila aştî û azadî were vê axê.  

Dayika Aştiyê Fatma Aslanê jî bi gotinên “Hûn ji bo gavavêtinê li benda çi ne. Li bendê ne ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin?” bertek nîşanî desthilatê da.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 85’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Rêveberên DEM Partiyê yên Çekmekoy û Maltepeyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin. Di Nobeta Edaletê ya bi biryardarî didome, malbatên girtiyan bi yek dengî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Nobeta Edaletê îro rêxistinên Çekmekoy û Maltepeyê yên DEM Partiyê dewr girtin.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 34’emîn de berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li çalakiyên nobetê yên li Rêxistinên Konak û Menemenê yên DEM Partiyê didome bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê berdewam dike de axivî, bi bîr xist ku 34 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Gumuş a bang li malbatên girtiyan kir, wiha got: “Divê girtiyên nexweş bên berdan.”

Gumuş, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî ev bang li jinan kir: “Tirk, kurd, ereb, çerkes, ermen, cihû kî dibe bila bibe em bang li herkesê dikin. Bila cilên xwe yên herêmî li xwe bikin û bên 8’ê Adarê. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ez 8’ê Adarê li hemû jin û dayikên di girtîgehan de pîroz dikim.”

Çalakiyên nobetê bi serdanan berdewam kir.