Çalakiyên li Swîsreyê: Divê berxwedan geş bibe

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Swîsreyê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyan de ji bo geşkirina berxwedanê bang hate kirin.

Ji bo şermezarkirina 48. Forûma Aboriyê ya Cîhanê ku duh bi beşdariya gelek serokên dewletan li bajarê Davosê yê Swîsreyê dest pê kir, li gelek bajarên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî çalakiyan bûn, bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê.

LOZAN: Ji bo şermezarkirina civîna bilind a Davosê, bi sedan kes li meydana Lozan Flonê li hev civiyan. Çalakgeran êrîşkariya dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê jî şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan, Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

FRÎBOÛRG: Bi sedan kesên li Georges Place ya Frîboûrgê li hev civiyan, hem civîna bilind a Davosê hem jî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kirin. Piştî vê çalakiyê ciwanên Kurd jî ber bi gara trenê ya navendî ve meşiyan. Di meşê de li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn û bang li her kesî hate kirin û ji bo Efrînê dakevin qadan.

BASEL: Li bajarê Baselê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, êrîşkariya dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kirin. Girseya gel ji bo geşkirina berxwedanê bang kir.

DELEMONT, NEÛCHATEL, AARAÛ: Li bajarên Delemont, Neûchatel û Aaraû yên Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û berxwedana Efrînê silav kirin. Di çalakiyan de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, wê her êvarê saet 18'an li gelek bajaran dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.