Çalakiya HDP’ê ya Îzmîrê di roja sêyemîn de didome
Çalakiya Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê kete roja sêyemîn. Çalakiya Nobeda Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê, piştî Amed, Stenbol û Wanê di roja sêyemîn de li Îzmîrê berdewam dike.
Çalakiya Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê kete roja sêyemîn. Çalakiya Nobeda Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê, piştî Amed, Stenbol û Wanê di roja sêyemîn de li Îzmîrê berdewam dike.
Parlamanterên HDP’ê li Qada Gundogduyê rixmê hemû astengiyan jî heta derengiya şevê bi gel re bûn.
Piştî çalakiya deng derxistinê, parlamanteran bi nirxandina rojê, nirxandina giştî û bi peşniyaran bernama bi dawî kirin.
Parlamanter bi paqijkirina cihê çalakiyê û werzîşê dest bi roja nû kirin. Di roja sêyemîn de parlamanterên HDP’ê wê di nav rojê de derbarê rojevê de nirxandinan bikin û daxuyaniyê bidin.