90 salî ye, 81 roj in li erdê mayinkirî dijî!
90 salî ye, 81 roj in li erdê mayinkirî dijî!
90 salî ye, 81 roj in li erdê mayinkirî dijî!
Eliyê Bişêriyê yê 90 salî, dagirkeriya Fransiyan dît, ji damezrandina Sûriyeyê re şahidî kir, xwe li zextên rejîma Esad ragirt û niha jî bi gotina wî "Li dijî ya herî xerab çeteyên DAIŞ'ê xaka xwe naterikîne. Bişêriyê, ev 81 roj in ji ber ku naxwaze gundê xwe biterikîne, li herêma mayinkirî ya li ser sînor dijî.
Welatiyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ji gundê rojvayê Kobanê yên Cibnê, Mişko, Kor Elî, Sêlîm, Qirran, Qerakoy, Hasmel, Çeloglu, û Zaretê terk bikin bi wesayît, sewalên xwe li dijî gundê Goktepe ya Bêrecukê di qeda bi mayîn de bicih bûne.
MI GELEK TIŞT DÎT LÊ YA WISA MIN NEDÎT
Eliyê Bişêriyê yê 90 salî ku ji gundê Hecsimêl hat, diyar kir ku ji nêzî gundê xwe be û derbasî aliyê din yê sînor nebe li vir maye û got: “Em ê demek nêz vegerin gundê xwe.” Ji gelek cudanên cuda gele kes hatine vê qadê û li qada bi mayîn gundekî nû ava kirine. Welatiyê extiyar Bişêrî jî bi xwe pez û çêlêkên xwe anîne û bi enerjiyek mezin wan diçêrîne.
EZÊ VEGERIM GUNDÊ XWE
Her tim bi tevgere û beyî ku bisekine ji çeteyên DAIŞ’ê re nifiran dike. Eliyê Bişêriyê wiha got: “Dagirkirina Fransayê jî di nav de min gelek komkujî, dagirkirin, surgun û koçberî dît. Malên me hatin talankirin, xaniyên me hatin şewitandin, mirov hatin kuştin. Lê yek ne wek hovîtiya DAIŞ’ê bû. Ev çavsorên ku ji mirovahiyê nisîbê xwe negirtine. Xwedê dê bela wan zû dereng bidê. Emê jî vegerin gundê xwe.
ÎMANA WAN TUNE
Bişêrî da zanîn ku alîkariya ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya ji bo Rojava tê ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin û carina ew diçin gundê xwe û tiştên wan yên ku ji aliyê çeteyan hatine wêrankirin digirin û tînin. Bişêrî got: “Bi van re dîn, îman tune.”