8 sal û 9 meh ceza dan parlementerê berê yê HDP’ê Aksoy
Heyeta dadgehê 8 sal û 9 meh ceza da parlementerê berê yê HDP’ê Halîl Aksoy û ew tehliye kir.
Heyeta dadgehê 8 sal û 9 meh ceza da parlementerê berê yê HDP’ê Halîl Aksoy û ew tehliye kir.
Parlementerê berê yê HDP’ê Halîl Aksoy ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê de bû bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ dihat darizandin. Rûniştina biryara dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 20’emîn a Edliyeya Stenbolê hate kirin.
Aksoy bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû û xwest were berdan.
Heyeta dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Aksoy birî û maweya ku Aksoy di girtîgehê de maye da ber çavan û ew tehliye kir.