6 polîsên bi sûcdariya îşkenceyê hatin girtin hatin berdan

6 polîsên bi sûcdariya îşkenceyê hatin girtin hatin berdan

6 polîsên ku bi sûcdariya, li qereqoleke Stenbolê îşkence li kesekî kirine hatin girtin, di encama dijderketina dadgeheke jor de, serbest hatin berdan.

Bi hinceta ku li semta Sûltanbeyî ya Stenbolê, di bin çavan de îşkence li kesê bi navê S.Ş. kirine, 6 polîs hatibûn girtin. Lê belê li ser dij derketina parêzerên polîsan, her şeş polîs duh bi şev serbest hatin berdan.

Kesê bi navê S.Ş. ê diyar kir ku berî sê hefteyan li Sûltanbeylî ya Stenbolê li Navenda Polîsan a Fatîhê rastî îşkenceyê hatiye, rapora 15 rojan nikare kar bike stendibû û giliyê polîsan kiribû. Di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de, 6 polîs hefteya derbasbûyî hatibûn girtin û li girtîgehê hatibûn bicihkirin.

Li ser dij derketina parêzerên polîsên girtî, Dadgeriya Ceza ya Sulh a 5 a Anatolyayê biryara berdanê da. Biryara serbestberdana polîsan nîvê şevê hat dayîn.