6 jê ji DEM Partiyê têkildarî 9 parlamenteran fezleke şandin Meclîsê

Piranî jê ji DEM Partiyê ji bo 9 parlamenteran bi daxwaza rakirina mafê destnedana parlamenteriyê fezleke hatin şandina Meclîsê.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Gel a Komarê (CHP) jî di nav de ne, fezleke hate şandina Meclîsê.

Di nava van parlamenterên di hedefa fezlekeyê de, 6 DEM Partiyî hene û dosyayên wan ji bo Komîsyona Karma ya di bin bunyeya Komîsyona Edalet û Zagona bingehîn de, hate şandin.

Navên parlamenterên ku dosyayên wan hatine şandin, wiha ye: ji Parlamenteriya Edîrne ya Serbixwe Ediz Un, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Cemal Engînyurt, Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Ahmet Tuncay Ozkan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan.