6 birîndar hînê di binê çavan de ne
6 birîndar hînê di binê çavan de ne
6 birîndar hînê di binê çavan de ne
6 birîndarên li mala lê dihat dermankirin hatin binçavkirin, hînê li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê tên ragirtin. 3 kesên li birîndaran dinêrîn jî li gel xwediyê malê hatin binçavkirin.
6 birîndarên ji Kobanê yên li maleke lê dihatin tedawîkirin, di serdestgirtina polîsan de hatin bin çavkirin, hîngê li Şaxê Têkoşîna li Hemberî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê tên ragirtin.
Parêzer Bekîr Benek der barê mijarê de agahî da ANF'ê û ragihand ku 6 birîndar, 3 kesên li birîndaran dinêrîn û xwediyê mala ku deriyê xwe li birîndaran vekir, hînê di binê çavan de tên ragirtin û wê îro îfadeya wan bê girtin.
Benek da zanîn ku 6 kes birîndar in û tedawiya wan dewam dike û got, "Lewma ne di hucreyê de, pêwîste li cihekî derfetên tedawiyê lê hene û hîjyenîk bên ragirtin."
Benek ragihand, ku piştî kar û barê îfadeyê yên li Midûriyeta Emniyetê, dibe ku 10 kes sewqî edliyeyê bên kirin.