52 saziyên li Ewrûpayê piştgiriyê didin HDP’ê

52 sazî, dezgeh û rêxistinên li Ewrûpayê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Em gelên Kurd, Tirk, Laz, Ermen, Çerkez, Elewî, Êzidî, Xiristiyan û Misilman diyar dikin ku em ê li dijî rejîmê têbikoşin a ku me tune dihesibîne.”

52 sazî, dezgeh û rêxistinên li Ewrûpayê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş. Ji xeynî nûnerên gelek saziyan, gelek nivîskar, hunermend, akademîsyen tevlî civîna daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê Hevberdekê HDK’ê yê Ewrûpayê Demîr Çelîk daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em sazî, dezgeh û rêxstinên li vê derê, ji bo jiyana demokratîk, wekhev û azad pêk bînin em hatine ba hev. “

TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ YA LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Em gelên Kurd, Tirk, Laz, Ermen, Çerkez, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman; nivîskar, akademîsyen, hunermend diyar dikin ku em ê li dijî rejîmê têbikoşin a ku me tune dihesibîne.  Ew ê rejîmên zordest li hemberî vîna me têk biçin. Em diyar dikin ku em ê bi têkoşîna xwe ya yekgirtî li hemberî van polîtîkayên faşîzan bibin asteng. Koalîsyona şer a AKP-MHP’ê dixwaze bi hilbijartina 24’ê Hezîranê meşrûtiyekê bi dest bixînin. Em jî li vir deklare dikin ku em li hemberî vê desthilatdariya faşîst, aliyê jiyaneke azad digirin.”

‘LI DIJÎ HIŞMENDIYA TEKPARÊZ EM DIBÊJIN HDP’

52 sazî û rêxistin hincetên ku piştgiriyê didin HDP’ê û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş wiha eşkere kirin.

* Em li dijî îtifaqa faşîst û takesî bang li hemû gelê xwe dikin û li nava HDP’ê kom bibin û bi hev re qezenc bikin.

* Em li dijî polîtikayên şer, ji bo aştiya birûmet dibêjin HDP.

* Em li dijî dîktatoriya yek zilamî, dibêjin namzetê demokrasî, giştî û jiyana hevpar Rêzdar Selahatîn Demîrtaş û HDP.

*Em li dijî hemû tegihên netewperest, cîhatparêz û takekesî, ji bo azadiya hemû bawerî û nasnameyan dibêjin Rêzdar Selahattîn Demîrtaş û HDP.

* Em ji bo kesên bêhiqûq ku ji karên xwe hatine avêtin, ji bo hemû kesê jiyana bi edalet û adîl dibêjin Rêzdar Demîrtaş û HDP.

* Em li dijî hemû têgihên ku dibêjin yek ol, yek netew, ji bo azadiya hemû nasname û baweriyan dibêjin Rêzdar Demîrtaş û HDP.

* Em li dijî destdirêjiya li zarokan, li dijî jiyana zayendperestî ya takekesî li dijî şîdeta zilam-dewletê, ji bo jiyana hevpar a azad ya jinê dibêjin Rêzdar Selahattîn Demîrtaş û HDP.

* Em ji bo rawestandina zilma li ser gelê Kurd û hesabpirsîna li Sûr, Cîzre, Şirnex, Nisêbin, Farqîn û li gelek bajarên din dibêjin HDP.

* Em ji bo pêşerojeke wekhev, demokratîk û azad dibêjin HDP.

* Em ji bo bi hev re bi ser bikevin û bi hev re qezenc bikin dibêjin HDP.

SAZIYÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN DEMÎRTAŞ Û HDP’Ê

Navê sazi û rêxistinên piştgiriya Demîrtaş û HDP’ê dikin wiha ne;

1. KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa)

2. AABK ( Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa)

3. TJK-E (Tevgera Jinên Kurd a Ewropa)

4. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)

5. Komeleya Demokratîk a Ermeniyan ya Belçîka

6. HDK-A (Kongreya Demokratîk a Gelan ya Ewropa)

7. ATIK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewropa)

8. BAF (Forma Aşitiyê ya Ewropa Ya Li Dijî Dîktartorî û Şer a Ewropa)

9. DÎDF / Federasyona Komeleya Karkerên Demokratîk

10. ADHK / Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropa

11. AvEG-KON/ Konfederasyona Koçberên Êzidî yên Ewropa

12. Mala Gel a Ewropa

13. Ciwanên Azad û Jinên Ciwan

14. ADKH ( Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropa)

15. Enstituya Kurdî ya Brukselê

16. Kongreya Gelên Mezopotamyayê (Asur-Suryan)

17. KKP/ Partiya Komûnîst a Kurdistanê

18. Male Gelê Kurd Berlîn

19. Komeleya Sêwasiyên Bergischgladbache

20. Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V

21. Kurdisches Zentrum e.V

22. JINA NÛ

23. YDG / Ciwanên Demokratîk ên Nû

24. YJS / Yekîtiya Jinên Sosyalîst

25. FEDA / Federasyona Demokratîk a Elewiyan

26. CIK / Civaka Îslamiya Kurdistan

27. NAV-YEK / Komeleya Êzidiyên Ewropa

28.  Meclîsa Êzidiyên Şengal Derveyî Welat

29. Yaşanacak Dunya

30. Partîzan

31. MDDK / Kongreya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê ya Asûriyan

32. ADEF ( Federasyona Yekîtiya Demorkatîk a Dersim ya Ewropa)

33. SYKP / Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst

34. FDG / (Federasyona Komelyên Dersim a Ewropa

35. Partiya Çepgir a Kesk ya Ewropa

36. Platfroma Sendîkayên KESK’ê yên Sirgunê de

37. Partiya Şoreşê ya Ewropa

38. FIDEF (Federasyona Komeleyên Karker a Elmanya Federal)

39. NOR-ZARTOK Ewropa (Komeleya Ermeniyan)

40. Platforma Deryaya Reş ên Ewropa

41. Înîsiyatifa Eniya Azadî û Ked ya Ewropa

42. YS / Young Struggle

43. Hewldana Mereşê ya Ewropa

44. Meclîsa Sirgunên Ewropa

45. Platforma Koçgiriyên Ewropa

46. Înisiyatîfa Kurçikên Ewropa

47. Ji Nûve Avakirina Dersimê

48. Platfroma Dengê Girtiyan

49. Eniya Kes Azadî -Enternasyonal

50. Komelya Li dijî Qirkirna Dersim 1938 V.

51. Komurenên Şoreşger

52. Zentrum Berlin