5 zarokên hatin tehliyekirin: Sîncan kabûs bû!
5 zarokên hatin tehliyekirin: Sîncan kabûs bû!
5 zarokên hatin tehliyekirin: Sîncan kabûs bû!
5 zarokên ji Girtîgeha Colemêrgê sirgûnî Girtîgeha Sîncan hatin kirin, hatin tahliyekirin. Zarokên ku nêzî salekê di girtîgehê de man pêkanînên dijmirovane vegotin: “Em her tim rastî heqeretan dihatin, em rastî îşkenceya fizîkî û psîkolojîk hatin."
5 zarokên di mijdara 2013’an de hatin girtin di Kanûna 2013’an de sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatin kirin. Zarokên bi navê B.T. (18), H.D. (18), S.D. (16), F.E. (17) û D.A. (17), di çarçoveya dadgeha ku dihatin darizandin de bi hinceta ku mohra tiliyên wan bi sûcên di dosyayê de li hev derneketin hatin tehliyekirin.
Rûniştina dozê ya li Colemêrgê pêk hat zarok bi pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî bûn. 5 zarokên hatin tahliyekirin duh di saetên êvarê de hatin tahliyekirin.
Nûnerên TUHAD-FED a Enqereyê, parêzerên ÎHD û xizmên wan zarok ji girtîgehê girtin û zarokan tiştên ku li girtîgehê jiyan ji ANF’ê re vegotin.
5 zarokên girtî ku 4 ji wan xwendekarên lîseyê ne, ji ber ku ji malbatên xwe dûr bûn tenê du caran malbatê xwe dîtin.
HÛN Ê LI VIR BIBIN MIROV
Zarokê bi navê B.T yê 18 salî ku salekê girtî ma diyar kir ku gardiyanan ew xapandine, gotine ku sewqa we bo Wanê ye û wiha got: “Dema em hatin Sîncanê em bi awayekî tazî lêgerîn kirin. Ji me re gotin, 'Hûn ji ku tên?' Me got em ji Colemêrgê tên. Midûr ji me re got, 'Li vir li gorî rêbazan tevbigerin.' Gardiyan ji bo ku me bitirsînin li zarokên edlî dixistin. Em neditirsiyan. Me her roj bi wan re nîqaş dikir.
PÊKANÎNÊN KEYFÎ Û CEZA
Gardiyanan ji me re digot hûn terorîst in. Bênavber em dijmartin. Zivistanê ji me re digotin em ê li der ve we bihejmêrin. Me qebûl nedikir. Bi zorê em derdixistin derve. Digotin hûn ê her roj derkevin derve û li ber kamerayê bin. Me nedixwest. Dema derî li ser me digirtin digotin hûn ê razin. Ên ranezana cezayê hucreyê didan wan.
B.T diyar kir ku gardiyanan otomotîka deriyên jêr digirtin û di rewşa ku pirsgirêkek lezgîn an jî tenduristiyê derketiba holê de, digotin ev ne pirsgirêka me ye.
24 SAETAN EM DIŞOPANDIN
Xwendekarê lîseyê S.D yê 16 salî jî diyar kir ku ew ji Colemêrgê hatine sirgûnkirin û got: “Psîkolojiya me gelekî xera bibû. Malbatên me nedihatin hevdîtinê. Rê dûr bû. Gardiyanan her deqe her saet em dişopandin. Rojên serşoyê jî dihatin li odeyan dinihêrtin. Em tacîz dikirin.
HER TIM TACÎZ Û HEQERET
H.D yê 18 salî ku ew jî xwendekarê lîseyê bû got: “Ez li Colemêrgê di girtîgehê de mehekê mam. Me li dijî bûyerên Pozantî û zêdebûna girtiyan a di koxuşê de di 27’ê Mijdara 2013’an de çalakiyek pêk anî. Piştî wê çalakiyê gotin, em we dişînin Wanê. Destê me kelepçe kirin û em birin Sîncanê. Di rê de heqaret li me kirin. Koxuşên me dişopandin. Em derb dikirin. Ez ji milê xwe emeliyat bibûm. Wan bi milê min digirt.
ÎŞKENCE LI MIN DIKIRIN
Me nedikarî serê xwe bişon. Hevalan nobet digirt me wisa serê xwe dişuşt. Ji bo ku tacîz nekin me wisa dikir. Bi hinceta ku em ranazên em li ranzayên bê nivîn dikirin xew. Me greva birçîbûnê kir. Em xistin hucreyê.
TAZÎ LÊGERÎN KIRIN
Di 11’ê Hezîranê de em birin Girtîgeha Tîpa F a Hejmar a 2 ya Sîncanê. Gardiyanan ez birim odeyekê. Cilê min derxistin û tazî lêgerîn kirin.
TEHDÎD Û HEQERET
H.D diyar kir ku dema bi B.T re diçûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê destê wan hatiye kelepçe kirin û fermandar jî her tim heqaret li wan kiriye. H.D anî ziman ku di rê de ne av û ne jî çîkolatayên ku li wir bûne dane wan.
Xwendekarê bi navê D.A yê 17 salî jî diyar kir ku ji ber zextên girtîgehê 3 meh berê ketine grevê û ew kirine muşahadeyê û diyar kir ku heyeta ji îradeyê hatiye ew tehdîd kirine û got: “Gotin dest ji grevê berdin an jî em ê li çareya wê binêrin. Bi taybet jî di sewqên girtîgehê de tu tiştek ji me re nekirin.
F.E yê 16 salî jî rojên ku li Girtîgeha Sîncanê jiya wek kabusê bi nav kir û got "Sibeha sersalê îşkence li me kirin û ji ber ku dengê me neçin hev em kiribûn odeyên ji hev dûr."