3 çeteyên ku Erdogan şandî Lîbyayê hatin kuştin

Diyar bû ji sedan çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Sûriyeyê derbasî xaka Lîbyayê bûbûn herî kêm 3 çete hatine kuştin.

Bi sedan kesên ku di nava koma çeteyên DAÎŞ-El Nûsra ku dewleta Tirk a dagirker weke “Artêşa Mîllî” bi nav dike ji bo şerê bi Xelîfe Hefter re ji bo Trablûsê hatibûn şandin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bidestxistî 3 ji van çeteyan roja Duşemê di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin.

Diyar bû çeteyên hatine kuştin navê wan wiha ne; Ebû Adil (Mahmûd el Beşîr el Mahmûd Elcarallah), Îsam El Carallah û Abdûlrezaw El Mahmûd e.

Her 3 çeteyên ji Tedmûrlûyê ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê,  ji xwe re gotin “şoreşger”  bi dizî û revandina mirovan a ji bo fîdyeyê tên naskirin.

Destpêkê ev çete beşdarî koma Farûq El Îslamî bûn piştre beşdarî Heyet Tahrîr Şam bûn ku ji aliyê DAÎŞ û El Nûsra ve hatibû avakirin, di sala 2018’an de beşdarî Firqa Hamza bûbûn. Tevî ku di nava Firqa Hamza de gelek mirov revandin, fîdye xwestin û karên qirêj kirin di nava “Artêşa Mîllî” ya dewleta Tirk a dagirker avakirî de cih girtin. Piştre ji aliyê dewleta Tirk li beramberî 2 hezar dolar ji bo her kesekê şand Lîbyayê. Wêneyekî ku her sê çeteyan di balafirê de bi hevre kişandî jî dide xuyakirin ku ji bo Lîbyayê hatine şandin.