24'ê Hezîranê wê ji bo Erdogan bibe hilbijartina herî giran

Alp Altinors diyar kir ku hilbijartina 24'ê Hezîranê wê ji bo Erdogan bibe ya herî zehmet û diyar kir, 'Tifaqa Milet' a ku bi navê 'tifaqa bê bendav' li hev civiya û HDP li derveyî xwe hişt, ji tifaqa AKP-MHP'ê soza tiştekî cudatir nade.

Bi nêzîkbûna hilbijartina pêşwext re namzetên serokkomariyê û tifaq zelal bûn. Li aliyekî Tifaqa Cûmhûr a AKP û MHP'ê, li aliyekî Tifaqa Millet a CHP, IYI Partî, Partiya Saadetê û DP'ê, li aliyê din jî HDP heye. Heta niha namzetiya Selahattîn Demîrtaş, Mûharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan, Meral Akşener, Temel Karamollaoglû û Dogû Perînçek zelal bûye.

Gelo hilbijartineke çawa li benda Tirkiyeyê ye? Tifaqên Cûmhûr û Milet dikarin bibin alternatîfên hev? Rewşa HDP'ê li hemberî van tifaqan çi ye?

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan ku pêkhateyek HDP'ê ye û nivîskarê kovarên Atilim û Abstrakt Alp Altinors ji ANF'ê re bersiva van pirsan da.

TIFAQÊN CÛMHÛR Û MILET JI BO DESTHILATDARIYÊ ŞERÊ HEV DIKIN

Altinors destpêkê bal kişand ser Tifaqên Cûmhûr û Milet û got, "Ev her du tifaqa bloka çînên serdest ên Tirk in. Li ser banka, pîşesaz û sermayeyê ava bûne, lewma nikarin ji pirsgirêkên çîna karker û bindestan re bibin çare. Her wiha her du tifaq li dijî gelê Kurd hatine avakirin. Di nava van her du tifaqan de şerê ji bo desthilatdariyê heye. Ev tifaq ji bo parvekirina dewletê hatine avakirin. Bi referandûma 16'ê Nîsanê re pêşî li cihgirtina HDP'ê ya li nava hikumetê girtin, lewma ev her du tifaq dixwazin desthilatdariyê di nava xwe de parve bikin. Li aliyekî tifaqa AKP-MHP'ê heye ku derdoreke Îslamî ye û 16 sal in desthilatdarê dewletê ye. Li aliyê din jî Tifaqa Milet heye ku li ser dijberiya AKP'ê bû tifaq, gotinên demokratîk bilêv ike, lê di heman demê de hevparê gelek sûcên hikumetê ye. Vê tifaqê ji xwe re got, 'tifaqa tinekirina bendê', lê HDP li derveyî xwe hişt. Lewma ev nav li vê tifaqê nayê."

Altinors bi bîr xist ku yek ji navên 'Tifaqa Milet' Meral Akşener e ku salên 1990'î di nava desthilatdariya DYP'ê de cih digirt. Altinors got, "Xwedî li pratîka wê demê derdikeve. Dema ku windakirina di binê çavan de, destavêtin, destdirêjî gelekî zêde bû, ew wezîra karên hundir bû. Gelo miroveke wiha bi navê jinan dikare çi bêje? Demek bû ku gundên Kurdan hatin şewitandin û kuştinên kiryar nediyar diqewimîn. Ji ber vê yekê, wê bi navê demokratîkbûnê karibe çi bêje? Gelo gelê Kurd wê ji gotinên wê bawer bike? Na. Wekî din, tê zanîn ku CHP'ê di mijara rakirina mafê destnedanê û tezkereya şer a li Sûriyeyê de dengê 'erê' da. Di gelek mijaran de bû şirîkê sûcên desthilatdariyê. Lewma em dibêjin ku ev blog ji bo gelên Tirkiyeyê çareseriyeke xurt nikare bîne."

Alp Altinors destnîşan kir ku yê çanda tifaqê anî Tirkiyeyê HDP ye û got, "Di demekê de ku hê tifaqa hilbijartinê tine bû, HDP weke tifaqeke bindestan derkete holê. Çawa ku sîstema hevserokatiyê anî Tirkiyeyê, sîstema tifaqan jî anî."

WÊ JI BO ERDOGAN BIBE HILBIJARTINA HERÎ ZEHMET

Li ser tifaqa AKP-MHP'ê jî Altinors ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî divê anketên heta niha hatine kirin ben avêtin, ji ber ku AKP û MHP ji hev cuda dihatin pirsîn. Êdî divê Tifaqên Cûmhûr, Milet û HDP di anketan de bê pirsîn. Di vê rewşê de HDP li rêjeya 13 ji sedî, Tifaqa Cûmhûr jî li rêjeya 42 ji sedî xuya dikin. Li ser Tifaqa Milet hê anketeke zelal derneketiye. Lê xuya ye, hewl tê dayin ku di nava çînên serdest ên Tirk de alternatîfeke guhertina desthilatdariyê tê birêxistinkirin. Lewma AKP ketiye nava rewşeke zehmet. Rewşeke ku ji referandûma 16'ê Nîsanê bêhtir krîtîk e. Ji ber ku wê wextê meseleya bingehîn ew bû ku HDP tevlî hikumetê neyê kirin. Benda hilbijartinê ji 10 ji sedî bikin 50 ji sedî. Ji ber vê yekê beşeke mezin a dewletê 16'ê Nîsanê dest dan Erdogan. Niha ew destek nîne û Erdogan dikeve hilbijartineke herî zehmet a jiyana xwe ya siyasî. Bala xwe bidinê; erka Rewşa Awarte bi te re ye, tu kê bixwaze dikarî bigire, erka dadgeriyê bi te re ye, lê tevî vê jî tu hilbijartina pêşwext dixwaze. Erdogan van rastiyan dibîne. MHP ji xwe partiyeke ku qediya ye, piraniya dengdêrên wê derbasî nava IYI Partî bûne. Lê em bi vê jî zanin, Îslamîstên siyasî li ti welatî desthilatdarî bi rêya hilbijartinê radest nekirine. Erdogan jî hewldanên têkbirina wî weke karekî terorê nîşan dide. Ev nêzîkatî jî nîşaneyên krîzên mezin ên dema pêş e... Erdogan heta niha digot, 'Ji ber ku li sindoqê hatim hilbijartin ez li ser kar im, yekane çavkaniya rewatiya desthilatdariyê, sindoq e'. Eger sibe rabe bêje 'Ez neyêm hilbijartin jî divê li ser desthilatdariyê bim. Tirkiye tê wateya Erdogan, Erdogan tê wateya Tirkiye. Erdogan nebe Tirkiye wê ji hev belav bibe, parçe bibe' divê kes matmayî nemîne."

Altinors işaret bi sivîlên ji aliyê desthilatdariyê ve hatine biçekkirin kir û got, "Çeteyên bi vî rengî yên sivîl di dema Husnu Mubarek de jî hebûn. Lê belê dema ku gel rabû ser piyan, hukmê van neman. Ji bo rêxistinbûna gel û tevlîbûna li nava têkoşînê, hilbijartin derfeteke wiha dide mirovan. Divê ev derfet heta dawiyê bê bikaranîn."