200 leşkerên DYE'yî wê li Sûriyeyê bimînin

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku wê yekîneyên Emerîkî ji Sûriyeyê vekişin, biryareke nû hate dayin. Li gorî vê yekê wê 200 leşkerên Emerîkî li Sûriyeyê bimînin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp 20'ê Kanûnê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Em li dijî koma DAÎŞ'ê bi ser ket, dema vegera malê hatiye. Zarokên me, jin û mêrên me yên ciwan hemû wê vegerin malê û wê tavilê vegerin."

Vê biryarê li Emerîkayê rê li ber nîqaşên mezin vekiribû. Şefê Pentagonê û sefîrê DYE'yê yê li nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê jî di nav de gelek rayedaran îstifa kiribûn.

Du meh piştî vê daxuyaniyê, rewşeke berevajî vê biryarê rû da. Berdevka rêveberiya Emerîkayê Sarah Sanders got, "Ji bo demekê" wê nêzî 200 leşker li Sûriyeyê bimînin. Sanders diyar kir, ev koma biçûk wê ji bo 'parastina aştiyê' bimîne. Balkêş e ku ev daxuyanî piştî axaftina bi telefonê ya navbera Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hate eşkerekirin.

Di serî de Fransa hevkarên rojavayî yên di nav koalîsyonê de li dijî biryara vekişînê ya DYE'yê helwest nîşan dabûn. Serokwezîra Elmanya Angela Merkel hefteya bihurî daxuyanî dabû û gotibû, "Gelo fikrekî baş e ku Emerîkî ji nişka ve û bilez ji Sûriyeyê vekişin?'' Li gorî Merkel vekişîn wê bandora dijminê sondxwarî yên Washîngtonê Rûsya û Îranê zêde bike.

Washîngtonê jî pêşniyar da hevkarên xwe yên koalîsyonê, ji bo ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê ewlehî were mîsogerkirin 'hêza çavdêr' were avakirin. Lê ev pêşniyar di serî de ji hêla Parîs û Berlînê ve, ji hêla endamên koalîsyonê ve hate redkirin.